19:46 24 Hezîran 2018
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

HDP: Tirkiye dixwaze Efrînê bêîstiqrar bike

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma HDPê de axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên wekî şerê li Efrînê, pêvajoya aşitiyê û cezaya muebetê ya ji bo birayên Altanan û Nazli Ilicak. Buldan ji bo şerê li Efrînê got, Tirkiye ji bo bêîstiqrarkirina Efrînê li wir e.

HDPê piştî Kongreya xwe ya Mezin ya 3yem îro li Parlamentoya Tirkiyeyê civîna xwe ya komê ya yekem li dar xist. Di civînê de Pervin Buldana ku wekî Hevseroka Giştî ya nû hat hilbijartin axivî û herwisa di civînê de gelek hevserokên bajêr û endamên encûmena partiyê amade bûn.

'EFRÎN CIHÊ ARAMÎ Û ÎSTIQRARÊ YE'

Pervin Buldan di axaftina xwe ya civînê de behsa şerê li Efrînê kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê di roja xwe ya 32yem de ye. Gotin, ‘em ê din av 3 saetan de têkevinê û paqij bikin' lê ev 32 roj in hewl didin têkevinê.Ya rast Efrîn, kelha aşitiyê ye. Li Efrînê gel ji bo avakirina rêveberiyeke wekhev, azad û demokratîk hewl didin. Efrîn di heman demê de ji bo koçberên ku ji ber şer reviyan, bû cihekî aramiyê. Û Efrîn herêmeke îstiqrarê ye. Tirkiye ji bo bêîstiqrarkirina Efrînê li wir e. Gotin, ‘em ji bo têkşikandina koridora terorê diçin wir' lê her kes dizane ku kesên li wir dijîn, di nava aramî û aşitiyê de ne. Enqere baş dizane ku ger li wê herêmê demokratîkbûn pêk were, divê xwe jî demokratîze bikin."

'JI BO SERBESTBERDANA ROJNAMEGERAN DIVÊ TANK Û TOP WERIN KIRÎN?'

Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser rojnamegerên girtî jî û axaftina xwe wisa berdewam kir: "Me dît ku Deniz Yucel hat berdan. Niha di zindanan de rojnameger û rewşenbîrên din jî hene. Em cezaya muebetê ya ji bo birayên Altanan û Nazli ılicak şermezar dikin. Ji bo serbestberdana wan divê hûn ji Amerîka, Almanya, Fransayê tank û topan bikirin? Ji bo serbestberdana wan divê kîjan Peyman werin çêkirin?"

Buldan herwisa doza Selahattin Demirtaş ya hefteya borî jî axivî şîrove kir û got, "Vê dozê da nişandan ku demokrasî û hiqûq çawa hatine binpêkirin. Selahattin Demirtaş derseke hiqûqê, derseke siyasî, derseke exlaqê da."

Hevserokê nû ya HDPê Previn Buldan di axaftina xwe de 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî bi bîr anî û ji bo kongreya mezin ya partiya xwe jî got, li beramberî hemû astengiyan gelê me beşdarî kongreye bû.

Bi heman mijarî:

'Divê Rûsya ji bo Efrînê gavên dîplomatîk biavêje'
Li Efrînê şerê dijwar: Milîsek hat kuştin û 12 jî birîndar bûn
"Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê"
Erdogan: Kesên şemaqa osmanî meraq dikin bila werin Efrînê
MSD: Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê jî em dest ji ne-navendîtiyê bernadin
Etîketan:
bêîstîkrar, Hevseroka Giştî ya HDPê, Pervin Buldan, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de