03:12 23 Nîsan 2018
    Dadgeh

    Li Zanîngeha Dîcleyê ji ber fîkandinê doza “rêxistina terore” hat vekirin

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Zanîngeha Dîcleyê di pîrozkirinên Newrêzê ya 2017an de di derbarê 2 xwendevanan de bi mebesta bi awayê fîkandinê propagandaya rêxistinê kirine doz hatibû vekirin û ji bo wan daxwaza girtinê hat kirin.

    Di sala 2017an ji bo 12 xwendevanên ku beşdarê çalakiya pîrzkirina Newrozê bibûn, bi daxwaza 8 sal girtinê doz hat vekirin. Di îdianameyê de du xwendevanên bi navê Huseyin K. û Suat Mustafa, bi awayê fîkandinê propagandaya rêxistinê kirine hatin sûcdarkirin.

    Di hûrguliyên îdianameyê de hatiye gotin ku "Huseyin K. û Suat Mustafa strana bi navê "merşa gerîla" tê zanîn bi awayê fîkandinê gotine û propagandaya rêxistinê kirine."

    Di 20ê Adara 2017an de komek xwendevanên zanîngeha Dîcleyê ji bo pîrozkirna Newrôzê civiyabûn. Polîsan mudaxaleyê civînê kiribûn û 17 ji wan binçev kiribûn. 5 heb xwendevan serbest hatibûn berdan, lê ji bo 12 heban lêpirsin dabûn destpêkirin.

    Di lêpirsîna ku ji aliye dozderiya Amedê ve hatibû vekirin de, ji bo 12 kesan bi tevahî ji 8 salan heya 27 salan daxwaziya girtinê hat kirin. Ji van xwendevanan du kesên bi navê Huseyin K. û Suat Mustafa ji ber ku bi kurdî fîkandine hatin sûcdarkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Tirkiyeyê rê neda balyozê Almanyayê doza Demirtaşî bişopîne
    Tirkiye: 10 hezar û 79 kes ji ber doza PKKê girtî ne
    Mijara doza 32 atletên rûsî di krîterên IOCê de ye
    Ji doza Geziyê cezayê hepsê li Karacagila ku li Reqayê hatibû kuştin hate birîn
    Etîketan:
    fîkandin, propaganda rêxistina terorê, doz, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de