17:45 25 Gulan 2018
Zarokek û wesayita leşkerên - Amed

Peykerê Ugur Kaymaz yê berê hatibû şikandin, niha jî hat rakirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Li navçeya Sûrê ya Amedê peykerê Ugur Kaymaz yê ku sala borî hatibû şikandin û kiribûn 13 parçe, niha bi fermana qeyûm ji kokê hat rakirin.

Şaredariya Qoserê
© Foto : Şaredariya Qoserê
Şaraderiya Sûrê ya Amedê di sala 2006an de, beriya ku qeyûm were tayînkirin, li hemberî şaraderiyê ji bo biranîna Ugur Kaymaz yê ku di 12ê Mijdara 2004an de li navçeya Qoserê ya Mêrdinê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hatibû kuştin peyker danîbû.

Peyker wek bîrdariya zarokên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye hatibû danîn. Peykerê Kaymaz beriya du salan ji aliyê hinek kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû şikandin û kiribûn 13 parçe.

Herwisa peyker niha jî bi fermana qeyûm ji kokê hat rakirin.

Şûna peykerê Ugur Kaymaz yê ku ji aliyê qeyûm ve hat rakirin.
© Sputnik / Sertaç Kayar
Şûna peykerê Ugur Kaymaz yê ku ji aliyê qeyûm ve hat rakirin.

Bi heman mijarî:

Polîsê Ugur Kaymaz kuştibû, di dema hewldana derbeyê de hat kuştin
Dewletê dayika Ugur Kaymaz ji kar avêt
Qeyûmê Qoserê peykerê Ugur Kaymaz rakir
Etîketan:
peyker, rakirin, Qeyûmê Şaredariya Sûrê, Ugur Kaymaz, Sûr, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de