22:15 19 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    Li Efrînê şerê dijwar: Milîsek hat kuştin û 12 jî birîndar bûn

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Çiyayê Darmigê rastî mayînê hatin û di encama teqîna mayînê de 10 milîs birîndar bûn. Di pevçûnan de jî milîsek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

    Li gor ajansên çapemeniya Tirkiyeyê milîsên ASAyê ku bi Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) re tevlî operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê bûne li Çiyayê Darmigê rastî mayînê hatin. Di encama teqîna mayînê de 10 milîsên ASAyê birîndar bûn û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Kilîsê.

    Ji aliyê din ve li çoltera Efrînê di navbera milîsên ASA û şervanên YPGê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Li gor zanyariyan di pevçûnan de milîsek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

    Di vê navberê de derdora Çiyayê Darmigê ji aliyê balafirên şer û yekîneyên topvan ên Tirkiyeyê ve bi giranî tê bombekirin û li gor raporta Heyva Sor a Kurd di encama êrişa Artêşa Tirkiyeyê ya li ser gundê Basûtê yê navçeya Şerawayê de ji heman malbatê zarokek hat kuştin û 7 zarokên din birîndar bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: ASA hêzeke milîs a netewî ye
    HSD: Artêşa tirk û ASA li Girê Qestel têkşikiyan û vekişiyan
    ASA: Niyeta me nîne em bikevin navenda bajarê Efrînê
    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
    ASA: Em li pey fermandarên ereb ên di nav YPGê de ne
    ASA: Leşkerên Amerîkayê di kêliyên dawî de ji êrişa me xilas bûn
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de