21:28 24 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    Mithat Sancar bû cîgirê serokê parlementoyê

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Mithat Sancar bû cîgirê nû yê Serokatiyê Parlementoya Tirkiyeyê.

    Li gorî nûçeya Huseyin Şimşek yê Birgunê ji bo cîgirtiya serokatiya parlementoyê ji dêvla Pervin Buldan parlementerê Mêrdînê Mithat Sancar hat hilbijartin.

    Ji bo cîgirtiya serokatiya parlementoyê navê parlementerên HDPê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir derbas dibû.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlementerê HDPê Mithat Sancar di sala 1963an li Mêrdînê jidayîk bûye. Berî ku were hilbijartin li Zanîngeha Enqereyê (AU) ders dida. Di hilbijartinên 7ê hezîran 2015an de ji HDPê bûbû namzed û hatibû hilbijartin. Sancar di mijarên hiqûqî, mafê mirovan û bîroziya dewletê de pispor e.

    Bi heman mijarî:

    Mithat Sancar: Çekdayîna YPGê şaş tê nîqaşkirin
    Parlementerê HDPê Sancar: Tevgerên Baykal bi şik in
    Parlemneterê HDPyî Sancar: Dibe ku wekiliya parlementerên din jî bikeve
    Sancar: AKP tola hilbijartina 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de