05:48 20 Nîsan 2018
    Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay

    Kemalbay bi şertê kontrola edlî hat berdan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay piştî îfadedayînê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

    Hevseroka berê ya HDPê û endamê meclîsa partiya HDPê Serpil Kemalbay a ku ji bo îfadeyê çûbû edliyeya Enqereyê û li wir hatibû desteserkirin, bi şertê kontrola edlî hat serbest berdan.

    ​Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kemalbay ‘li hember neheqî û binaçavkirina bêhiqûq û lêpirsînê' dest bi grêva birçîbûnê kiribû. Kemalbay bi parêzerê xwe re ji raya giştî re peyamek şandibû û gotibû, "Emê welatekî ku Mirov ne wek xulaman wek mirovan lê bijîn ava bikin. Welatekî azad, wekhev û jiyanek aştiyane. Bi hev re emê têkoşînê bidin û bi hev re emê jiyanek aştiyane ava bikin û bijîn. Li hundir û derve têkoşîna me wê dewam bike. Emê qezenç bikin, jin wê qezenç bikin, wê gel qezenç bikin."

    Bi heman mijarî:

    Serpil Kemalbay dest bi grêva birçîbûnê kir
    Serpil Kemalbay ji ber daxuyaniyên Efrînê hate desteserkirin
    'Derbarê Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay de biryara deteserkirinê hat dayîn'
    Etîketan:
    Kontrola Edlî, Berdan, Doz, HDP, Serpil Kemalbay, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de