16:25 18 Hezîran 2018
ABD'li komutan, YPG mensuplarıyla vurulan bölgede inceleme yapıyor

Erol Mutercimler: Amerîka mihtacî PYDê ye

© REUTERS / Rodi Said
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 32

Nivîskar, akademîsyen û leşkerê teqawûtbûyî Erol Mutercimler, îhtîmala rûbirûbûna artêşa Tirkiye û Sûriye li Efrînê û krîza Enqere û Washîngtonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Nivîskar, akademîsyen û leşkerê teqawûtbûyî Erol Mutercimler, îhtîmala rûbirûbûna artêşa Tirkiye û Sûriye li Efrînê û krîza Enqere û Washîngtonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Erol Mutercimler ti pirsgirêk di navbera Enqere û Washîngtonê de nehatine çareserkirin ji bo mana Amerîka li Sûriyeyê pêwistiya wê bi PYDê heye.

‘AMERÎKA NAXWAZE DI MIJARA PYDÊ DE BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV BIKE'

Akademîsyenê tirk Erol Mutercimler ji bo krîna Amerîka û Tirkiyeyê got: "Ti çareseriyek di navbera herdu welatan de pêk nehatiye û hê jî ev krîz dewam dike. Amerîka naxwaze ji van hevdîtinan encamek derkeve ji bo ku dixwaze li Sûriyeyê bimîne û ji bo mana li Sûriyeyê jî mihtacî PYDê ye. Di hevdîtinên dualî de ti carî wê li gor daxwaza Tirkiyeyê encamek dernekeve ji bo ku Amerîka nikare tiştên ku enqere dixwaze bide. Amerîka wê ti carî ji xwestekên Tirkiyeyê re nebêje erê û dê nebejê jî. Hetanî ji destê wê tê dixwaze dirêj bike. Washîngton dixwaze Enqereyê biewiqîne."

MUTERCIMLER: RÛSYAYÊ TIRKIYE TEHDÎD KIR

Erol Mutercimler di berdewamiya axaftina xwe de mijara bicihbûna artêşa Sûriyeyê li Efrînê nirxand û got: "Di serî de plana Tirkiyeyê ev bû ku têkeve Efrînê û piştî bêbandorkirina endamên PYDê berê xwe bide Minbicê. Yanî tiştên ku ji aliyê rayedaran ve dihate gotin ev bû. Lê li gor min Rûsyayê Tirkiye çavtirsandî kir. Mirov dikare bêje tehdîd kir. Yanî Rûsyayê xwest vê peyamê bide dema ez bixwazim dikarim rêvebiriya Şamê û PYD/YPGê bînim cem hev. Em dikarin vê meseleyê ji dualî ve şîrove bikin, yek jê gelo Şam wê rasterast piştgiriya PYDê bika an Şam wê bêje jixwe Efrîn axa min e û ez ê bi hêza xwe operasyonê pêk bînim û aramiyê saz bikim."

‘HEMLEYA STRATEJÎK ENQERE GELEK TENGAV KIR'

Mutercimler di dirêjiya axaftina xwe de got: "Helbet di vir de rastiyeke wiha jî heye. Eger artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê ma gelo wê Tirkiye pê re şer bike? Ez dibêjim na. Çimkî wê demê li hemû platformên navneteweyî wê behsa dagirkeriya Tirkiyeyê were kirin û dê Enqereyê têxe zahmetiyeke pir mezin e. Hemleyeke wiha ya stratejîk Tirkiyeyê gelek tengav kir. Eger artêşa Sûriyeyê li Efrînê bi cih bibe. Li gor dîtin û zanebûna min Rûsyayê peyama ku ez ji vê hevdîtinê me kêfxweş im, eger ti nêzî Amerîkayê bibe ez ê pêşiyê li Esad vekim û wê demê hûnê di tengasiyê de bimînin. Em hemû jî dizanin artêşa Sûriye û Tirkiye li Efrînê nikarin şer bikin, ev dijî eql û mentiq e. Şerkirina herdu hêzan ne mimkin e. Rûsya di vir de bi awayekî eşkere Tirkiye tehdîd kir.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Berpirsên YE: Êrişa ser Efrînê şaşiyeke mezin e nabe Ewropa bêdeng be
Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
Li Efrînê zarokek bi topbaranê hat kuştin, 9 kes jî birîndar bûn
YPG: Ti rêkeftinek ji bo ketina artêşa Sûriyeyê bo Efrînê çênebûye
Îran: Ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê rexneyên me hene
Etîketan:
PYD, Operasyona Efrînê, Erol Mutercimler, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de