10:33 23 Nîsan 2018
    Piştî bombebarana balafirên Tirkiyeyê kolana li Cinderesa girêdayî Kantona Efrînê.

    Erdogan: Kesên şemaqa osmanî meraq dikin bila werin Efrînê

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 06

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de axivî û diyar kir ku di rojên pêş de dê navenda Efrînê dorpêç bikin û got: "Ew kesên şemaqa Osmanî meraq dikin, bila werin Efrînê."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di komcivîna partiya xwe de axivî û diyar kir ku di rojên beriya me de dê navenda Efrînê dorpêç bikin û dê em bi vê yekê alîkariya ku ji derve bo Efrînê were asteng bikin.

    Erdogan wiha pê de çû: "Hin kes şemaqa osmanî dipirsin. Ew kesên ku vê pirse dipirsin, bawerî bi dîroka me naynin, lê dikarin hin tişt ji dîrokzanên rojavayî yên derbarê osmaniyan de nivisîne bila bixwînin. Bila ji bapîrên xwe yên ku di Şerê Cîhanê ya Yekem de li Çanakkaleyê şer kirine bipirsin ku şemaqa osmanî çawaye. Eger bêtir meraq dikin bila werin Efrînê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Em bi Şamê re diaxivin
    Berpirsên YE: Êrişa ser Efrînê şaşiyeke mezin e nabe Ewropa bêdeng be
    Parlamenterê Mehabadê: Dîktator nikarin kurdan têk bibin
    Serokomariya Tirkiyeyê li ser îdiaya ‘lihevkirina Esad û YPGê' daxuyaniyek da
    Etîketan:
    şemaq, osmanî, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de