08:16 23 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    Derbarê 7 parlamenterê HDPê de fezleke hatin amadekirin

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi hinceta ku ‘millet, dewlet, leşker û polêsên tirk biçûk xistine', ‘propagandaya terorê kirine' , ‘pesnê sûc û sûcdaran dane' û ‘heqaret li serokomar kirine' derbarê 7 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) fezleke hat amade kirin.

    Fezlekeyên derbarê parlementerên HDPê Leyla Birlik, Ahmet Yildirim, Fekenas Uca û Nadir Yildirim bi hinceta ku her 4 parlementer beşdarî cenazeyê Hulya Eroglu ya ku di 13 Mijdarê de di operasyonekê de jiyana xwe windakiribû bûne hatine amadekirin. Her wiha hinceta fezlekeya derbarê Uca de ya din jî ew e ku di roportajek xwe de Abdullah Ocalan metih kiriye.

    Her wiha derbarê Parlementerê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu de jî ji aliyê serdozgeriyê ve fezleyek hat amadekirin. Hat îdiakirin, Kurkçu bi hinceta ku di 26ê Cotmeha 2017an de di axaftina xwe ya li Kocaeliyê de Abdullah Ocalan metihkiriye û heqeret li serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye tê sûcdarkirin. Parlementerê HDPê yê Tunceliyê Alican Onlu bi îdiaya ku di sala 2017an de beşdarî cenazeya terorîstan bûye derbarê wî de fezleke hat amadekirin. Fezlekeya Parlementerê Amedê Ziya Pir jî ji ber daxuyaniyên derbarê operasyonan de ye.

    Di fezlekeyan de hat eşkerekirin ku parlementer bi îdayên ‘millet, dewlet, leşker û polêsên tirk biçûk xistine', ‘propagandaya terorê kirine', ‘pesnê sûc û sûcdaran dane' û ‘heqaret li serokomar kirine' tên sûcdarkirin.
    Her wiha ji bo parêzbendiyên parlementran rabe fezlekeyên ku hatine amadekirin şandin Wezareta Dadê.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê parlamenterê HDPê de bi hinceta li qeyûm heqaret kiriye fezleke hat amadekirin
    Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amade kirin
    Derbarê 19 parlamenterên HDPê de fezleke hat amadekirin
    Di derbarê Berdevkê HDPê Baydemir de fezleke hat amadekirin
    Etîketan:
    doz, fezleke, HDP, parlementer, Serdozgeriya Enqereyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de