06:25 27 Gulan 2018
Artêşa Sûriyeyê

Îhtîmala şerê Tirkiye - Sûriyeyê û encamên wê

© Sputnik / Ilya Pitalev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî îdiayên ku YPG bi Şamê re li hev kir û di çapemeniyê de balav bû, dîplomasiyek tevgerdar di navbera serokê dewletan de da destpêkirin. Li ser îdiayan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: "encamên vê gavavêtinê wê hebin."

Wekî ku tê zanîn di çapemeniyê de cih girt ku YPG û rêvebiriya Şamê li ji bo parastina Efrînê li hev kirine ku di navaçend rojan de wê bikevin herêma Efrînê. Piştî van îdiayan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê îdiayan de bertek nîşan da û got ku ‘encamên vê gavavêtinê wê hebin.' Ji aliyê din ve berdevkê hikûmeta Tirkiyeya Bekir Bozdag jî derbarê lihevkirina YPGê rejîma Esad got ‘ev yek wê bibe felaketek.'

Her wiha li gor nûçeya berhevkirî ya Ahvalê şêwirmenda Esad jî piştî îdiayan axivî û operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê wek dagirkerî da xuyakirin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê da ku demildest divê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekşînin. Lê pirsa girîng jî ev e ku Artêşa Tirkiyeyê bi Hêzên Sûriyeyê re pevbiçin wê çi bibe? Piştî îdiayên ku tê gotin YPG bi Şamê re li hev kir ji aliyê gelek pisporan ve wek rûdanek girîng hat binavkirin. Her wiha li gor hin nivîskaran jî Artêşa Sûriyeyê heke bikeve Efrînê operasyona Tirkiyeyê wê bisekine û rîskên mezintir wê derkevin pêş dewleta Tirkiyeyê. Pevçûnek bi artêşa Sûriyeyê re wê şer mezintir bike û encamên nebaştir wê derkeve holê.

Li gor pisporan pevçûna herdu dewletan dibe ku pêvajoya Astanayê bidawî bike. Ya dudyan jî ew e ku pevçûnek rasterast ya bi Sûriyeyê re tê ser wateya binpekirina maddeya 51em ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku wê Tirkiyeyê bixe zorê.

Bi heman mijarî:

Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
Etîketan:
artêş, Tirkiye, Efrîn, ahval, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de