00:45 26 Nîsan 2018
    Sînorê Tirkiye û Sûriyeyê

    Serokomariya Tirkiyeyê li ser îdiaya ‘lihevkirina Esad û YPGê' daxuyaniyek da

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Ibrahim Kalin li ser îdiaya ‘lihevkirina Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê daxuyaniyek da û got, "propaganda ye lê nayê wê wateyê ku danûstendneke veşartî tune be."

    Ibrahim Kalin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:

    "Eşkere ye ku nûçeyên ku radighînin ku rejîmê û YPGê li hev kirine bi mebesta propagandayê têne kirin. Lê nayê wê wateyê ku danûstendinine veşartî tune bin. Kî çi dike bila bike operasyona li dijî Efrînê weke ku hatiye plankirin bi biryardar dê berdewam bike û biserkeve."

    ​Televizyona Sûriyeyê doh, roja duşemê ragihandibû ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê di nava çend saetan de dikevin Efrînê.

    Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser nûçeya derbasbûna Efrînê ya artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku wan daxwaza parastina yekrêziya xaka Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê kiriye, lê hîn ti rêkeftinek di navbera wan de çênebûye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Berpirsên YE: Êrişa ser Efrînê şaşiyeke mezin e nabe Ewropa bêdeng be
    Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
    Li Efrînê zarokek bi topbaranê hat kuştin, 9 kes jî birîndar bûn
    YPG: Ti rêkeftinek ji bo ketina artêşa Sûriyeyê bo Efrînê çênebûye
    Etîketan:
    Daxuyanî, Ibrahim Kalin, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de