19:23 25 Nîsan 2018
    HDP

    Di nava HDPê de ji bo Wekîltiya Serokê Parlamentoyê navê 4 kesan derbas dibe

    © Foto : HDP Navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HDP piştî Pervin Buldan ku bû hevserokê partiyê li şûna wê li Wekîlê Serokê Parlamentoyê digere. Li gor kulîsan navê 4 kesan derbas dibe.

    HDP piştî Buldan li Wekîlê Serokê Parlamentoyê digere. Li gor kulîsên partiyê navê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir ji bo namzediyê derbas dibe.

    Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, li şûna Wekîlê Serokê Grûbê Ahmet Yildirimê ku ji ber heqareta serokomar îhtîmal heye parlamenteriya wî bikeve navê Mahmut Togrul û ji bo Wekîltiya Serokê Parlamentoyê Pervin Buldan jî navê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir ji bo namzediyê derbas dibe.

    HDPê duhî bi tevlîbûna Pervin Buldan û Sezai Temelli li grûba parlamentoyê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xistibû û di civînê polîtîkaya nû ya partiyê hatibû nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Erziromê 40 kesên ku rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de hatin binçavkirin
    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
    HDP: Doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin
    HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
    HDP: Ger atmosfera şer dewam neke dê çawa OHALê berdewam bikin, dê çawa KHKyan bisepînin?
    Etîketan:
    HDP, Sezai Temelli, Pervin Buldan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de