05:48 23 Hezîran 2018
Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

Dadgeha tirk: Kesk û sor û zer ne alava propagandayê ye

© AP Photo / File
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Kadri Demir ê ku li Bîngolê di wesayîta wî de çefî û civîkên maket ên kesk û sor û zer hatibûn dîtin û bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê' heta 5 salan dihate darizandin, beraat kir.

Di 30ê Cotmeha 2017an de wesayîta Kadri Demir li ser riya bîngolê hat rawestandin. Cendirmeyan di encamdana lêgerînê de di wesayîta Demir de çefî û civîkên maket ên kesk û sor û zer hatibûn dîtin. Li ser vê yekê Demir bi hinceta ‘sembolên rêxistinê' hatibû desteserkirin. Demir piştî îfadeyê hat serbestberdan lê derbarê wî li Dadgeha Giran a Duyemîn a Çewlikê doz hat vekirin. Dadgehê diyar kir ku ev fiîl di qanûnê de weke sûc nehatiye diyarkirin û Demir beraat kir.

‘BIRYAR DÊ BIBE NIMÛNE'

Parêzerê Demir Erhan Kukurt axivî û got, biryar dê bibe nimûne, "Hêvîdar im bi ji ev biryar rêgiriya gelek mexduriyetan bike."

'B IVÊ BIRYARÊ DERKET HOLÊ KU KESK Û SOR Û ZER NE ALAVA PROPAGANDAYÊ NE'

Parêzer Kukurt, "Bi hinceta rengên kesk û sor û zer li herêmê gelek doz hatin vekirin, gelek lêpirsin hatin desptêkirim. Ya herî balkêş ew bû ku li Edenê karwanekî bûk û zava hatin rawestanin û çefiyên wan ên kesk û sor û zer hatin desteserkirin. Ev yek cihê dilgiraniyê ye. Lê me bi vê biryarê dît ku ev yek ne alava propagandayê ye."

 

Bi heman mijarî:

Ji bo formaya kesk û sor û zer ceza ji klûbê re hat birîn
Qedexeya rengên Kesk û Sor û Zer ket rojeva meclîsa tirk
Polîsan desmala kesk û sor û zer şewitand û 2 kes jî binçav kir
‘Ji bo rengên kesk, sor û zer neyên ba hev laleyên zer qûrmiçandin'
Qeyûmê Şaxê, rengê pira kesk û sor û zer, guherand û kir sor û spî
Etîketan:
nimûne, Dadgeh, doz, biryar, Erhan Kukurt, Kadri Demir, Çewlik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de