13:46 21 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu li ser çûna leşkerên Sûriyeyê ya ji bo Efrînê daxuyanî da

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 01

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu li ser nûçeyên digot hêzên Sûriyeyê dê têkevin nava Efrînê axivî û got, “Ger rejîma Sûriyeyê ji bo parastina YPGê were Efrînê, ti kes dê nikaribe leşkerên Tirk bide rawestandin.”

Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî re civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xist û di wê civînê de li ser nûçeyên ku dibêjin hêzên artêşa Sûriyeyê dê têkevin nav Efrînê axivî û ev tişt gotin:

"Em yekrêziya axa Sûriyeyê derdibirin. Rejîm wê têkeve vir an na? Ger têkevê, dê ji bo çi têkevê. Ev girîng e. Eger rejîm ji bo tunekirina PKKê têkevê, pirsgirêk tune ye. Ger ji bo parastina YPGê têkevê, kes dê nikaribe leşkerên Tirk bidin rawestandin."

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê di derdora saetên nîvro de di nûçeyeke peyamnêrê xwe yê li herêmê de daxuyandibû ku hêzên milis yên alîgirên hikûmetê dê din ava çend saetan de têkevin nav Efrînê.

Berdevkê YPGê yê li Efrînê Brusk Haseke di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê de gotibû, "Me gelek caran got, artêşa Sûriyeyê neketiye Efrînê. Wê nekevê jî. Ger peymanek çêbibe em ê daxuyaniyeke fermî bidin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

YPG li ser îdiayên Artêşa Sûriyeyê wê bikeve Efrînê ji Sputnikê re axivî
YPG: Du şervanên me yên biyanî li Efrînê jiyana xwe ji dest da
YPG: 15 leşker û çekdarên ASAyê hatin kuştin
YPG: Îdîayên ku Artêşa Sûriyeyê dikeve Efrînê ne rast in
Tirkiye ji Amerîkayê xwest ku YPG vekişe rojhilatê Firatê û li Minbicê hevkariyê bikin
YPG: Armanca Tirkiyeyê ku beşekî Sûriyeyê wek Qibrisê û Îskenderunê dagir bike
Etîketan:
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, YPG, Mevlut Çavuşoglu, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de