05:45 23 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Generalê tirk: Operasyona Efrînê sekiniye

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 03

Generalê teqewatbûyî, analîstê siyasî û pisporê têkiliyên navneteweyî Haldun Solmazturk têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û rewşa dawî ya operasyona Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Generalê teqewatbûyî, analîstê siyasî û pisporê têkiliyên navneteweyî Haldun Solmazturk têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û rewşa dawî ya operasyona Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Solmazturk hê jî krîza navbera Enqere û Washîngtonê dewam dike û Amerîkayê ti tawîz nedane Tirkiyeyê.

‘KRÎZA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ DEWAM DIKE'

Haldun Solmazturk ji bo hevdîtinên dawî yên Tirkiye û Amerîkayê got: "Îfadeyên herdu aliyan pir zelal in û xuyaye ku ti rêkeftin û lihevhatinek çênebûye. Em nikarin bêjin lihevkirinek heye. Li gor qenaeta min pirsgirêka berî hevdîtinan çibe îro jî kêm zêde ew pirsgirêk dewam dikin û ti rastbûn an jî pêşveçûnek tineye. Yanî em dikarin bêjin krîza navbera Tirkiye û Amerîkayê dewam dike."

GENERAL: OPERASYONA EFRÎNÊ SEKINIYE

Solmazturk di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘li gor hinek îdîayên herêmî hêzên artêşa Sûriyeyê di demeke nêzîk de li Efrînê bi cih dibe, gelo wê helwesta Tirkiyeyê çi be. Operasyon dewam dike an bi dawî dibe?' got: "Bi qasî ku ez dişopînim jixwe niha operasyon sekiniye. Yanî niha ti tevgereke ku ji bo pêşveçûnê tê kirin tineye. Eger hikûmeta Sûriyeyê biryareke wiha bide û kontrola Efrînê têxe destê xwe ti tiştekî zêde ku artêşa Tirkiyeyê bike namîne herhalde. Tirkiye ji bo rê li ber şer û pevçûnê bigre divê bi hikûmeta Sûriyeyê re kordînasyona siyasî û leşkerî bide destpêkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê wê vî tiştî bike nizanim, lê tiştê ku divê were kirin ev e."

‘TIRKIYE Û AMERÎKA LI MINBICÊ BERAMBERÎ HEV IN'

Generalê teqawûtbûyî Solmazturk di dirêjiya axaftina xwe de ji bo rîska şerê artêşa Tirkiye û Amerîkayê li Minbicê got: "Tirkiye jixwe li Minbicê bi Amerîkayê re rûbirû ye. Lê herdu alî jî ji şer û pevçûnê direvin. Li gor texmînên min ev dê wiha dewam bike. Helbet rîska şerekî navbera Tirkiye û Amerîkayê heye, lê ev rîsk piştî hevdîtina navbera herdu welatan kêmtir bû. Lê rûbirûbûna herdu artêşan dewam dike."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Televizyona Sûriyeyê: Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê di nava çend saetan de dikevin Efrînê
'HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
Sererkanê tirk çû ser sînorê Efrînê
Ji rewşenbîrên kurd ji bo Efrînê bangewaziya piştgiriyê
Ji destpêka operasyona Efrînê 786 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
Etîketan:
Operasyona Efrînê, Artêşa Tirkiyeyê, Haldun Solmazturk, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de