10:53 20 Hezîran 2018
Yunanistan Girava Samosê (Sisam)

Tirkiye: Yunanistan hedê xwe derbas dike

© AFP 2018 / ARIS MESSINIS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hami Aksoy di axaftina xwe de bersiva Wezîrê Derve yê Yunanistanê da û got: "Daxuyaniyên Atînayê ji berpirsyariyê dûr e û hedê xwe derbas dike."

Yunanistan / Yunan sahil güvenlik ekipleri
© REUTERS / Hellenic Coast Guard
Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nîkos Kocyas duhî di axaftina xwe de gotibû: "Dibe li hemberî Tirkiyeyê em têkevin hewldanên neaştiyane."

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hami Aksoy di axaftina xwe ya televîzyonekê de bersiva Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nîkos Kocyas da û got: "Daxuyaniyên Atînayê ji berpirsyariya siyasî dûr e û hedê xwe derbas dike. Em Yunanistanê dawetî eqlê selîm dikin."

Hami Aksoy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çend roj berê Serokwezîr Binali Yildirim bi Serokwezîrê Yunanistanê Aleksîs Çipras re bi telefonê axaftinek kir. Yildirim di telefonê de ji hemkarê xwe yê yunan re got ‘em ji vê gengeşiya Deryaya Egeyê aciz in û ji bo kêmkirina gengeşiyê divê Atîna jî tedwîrên pêwist bigre. Digel nêrînên cuda jî axaftin bi erênî derbas bû û herdu aliyan jî ji bo çareseriya aştiyane li hev kirin."

Aksoy di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye dixwaze gengeşiya li Deryaya Egeyê kem bike. Lê wiha xuyaye Wezîrê Derve yê Yunanistanê ji berpirsyariya siyasî dûr daxuyaniyên ku hedê xwe derbas dike dide. Em Yunanistanê dawetî eqlê selîm dikin."

 

 

Bi heman mijarî:

Yunanistan: Em ji peymana agirbestê ya di navbera DYA û Rûsyayê memnun in
Hikûmeta Yunanistanê: Tirkiyê provakasiyonê sûcdar kir
Yunanistanê bangî balyozê Tirkiyeyê kir
Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse
Li Yunanistanê wê her tişt normal be, lê li hola ewroyê?
Etîketan:
Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê, Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê, Nîkos Kocyas, Hami Aksoy, Yunanistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de