19:19 25 Nîsan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş: Ne niha ne jî piştre ji dadgeha we daxwaza berdana xwe nakim

    © Sputnik / Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di roja duyemîn a parastina xwe ya li dadgeha Sîncan a Enqerê de, rexneyên tund li awayê dadgehkirinê, siyasîbûna biryarên wan û binpêkirinên hiqûqî kirin.

    Demirtaş di dawiya parastina xwe de got, "Helbet ne niha ne jî piştî dawîbûna parastina xwe ji dadgeha we daxwaza tehlîyekirina xwe filan nakim."

    Demirtaşê ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê tê girtin, ev du roj in li Enqerê li pêşberî dadgehê parastina xwe dike.

    Demirtaş di parastina xwe de, rexne li deshilatdariya siyasî ya Tirkiyê digire ku dibêje, tevî wî bi hezaran endam, rêveber û parlamentarên HDPê bi awayekî neheqî û dijhiqûqî hatine girtin.

    'AYMÊ BI BIRYAREK SKANDAL GOT, NEHEQÎ TUNE YE'

    Demirtaş di roja duyemîn a parastina xwe de, li dawiya parastina xwe ya li pêşberî dadgehê got ku ew dê daxwaza berdana xwe ji wan neke û wiha axivî:

    "Helbet ne niha ne jî piştî dawîbûna parastina xwe, ji dadgeha we daxwaza berdana xwe filan nakim. Dev ji awayê girtinê berdin, hîn dadgehê biryara girtîhiştina demdirêj jî nenirxandiye. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi biryareke skandal got, girtina neheqî tune ye. Tenê nebûna nirxandina dadgeha we ya li ser girtîhiştina demdirêj bixwe jî binpêkirina darizandina adîl e."

    'GELO ARMANCA GIRTÎHIŞTINA ME HÊVÎ Û BERJEWENDIYÊN SIYASÎ NE'

    Demirtaş neheqîyên binpêkirina hiqûq û dadgehkirinê jî li dawiyê bi bîr xistin û ev pirs kirin: "Gelo girtîhiştina demdirêj a parlamentarên HDPê tê çi maneyê? Divê kî tetmîn bibe, dadgeh yan siyaset? Gelo dixwazin kî baş tetmîn bikin? Gelo hêviya wan ew e ku bi girtîhiştina demdirêj armanc, hêvî û berjewendiyên siyasî pêk bînin? Ev 15 meh çêbûn me ti nirxandinek û hestiyariyek derbarê vê mijarê de nedîtiye."

    'EM KIRIN GUNEHKARÊN PÊVAJOYA AŞTIYÊ'

    Demirtaş di beşeke din a parastina xwe ya 15ê sibatê de wek bersiva hincet û tohmetên li ser girtina xwe û parlamentarên HDPê destnîşan kir ku ew wek gunehkarên pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd a çend sal berê hatine hilbijartin û li ser hincet û tawanbariyên beriya bên girtin, ji bo girtina wan hatina amadekirin bi nîşandana delîlan axivîbû.

    Bi heman mijarî:

    Cara ewil dîmenê atomê hat girtin
    Pirtûka Bilgen bi hinceta ‘madeya qedexekirî' nexistin girtîgehê
    YE li Brukselê kongreya duyem a Sûriyê li dar dixe
    Yildirim di civîna ligel Merkel de bertek ji wêneyên Efrînê re nîşan da
    13 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Kilisê
    Le Monde: Erdogan kesên muhafezekar û mêldarên Rûsyayê nêzî xwe dike
    Etîketan:
    Enqere, Dadgeh, Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de