21:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Angela Merkel - Binalî Yildirim

    Yildirim di civîna ligel Merkel de bertek ji wêneyên Efrînê re nîşan da

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Piştî hevdîtina Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ya li Almanyayê, civîneke hevpar a rojnamevanî hat lidarxistin.

    Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim li dema civîna rojnamevanî bertek nîşanî peymanêrê ku wêneyên Efrîniyên rastî êrîşê hatine di destê wî de bûn re nîşan da û got, "Ew wêneyên bûyerên cuda ne. Li vir propagandayê neke. Ger dixwazî tiştê li Efrînê diqewimin bibînî, were li wir bibîne. Yên tu nîşan didî wêneyên bûyerên cuda ne, hewil nede ku balê bikişînî ser."

    ​Di civînê de Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, li ser mijara berdana rojnamevan Denîz Yucel got, "Min di hevdîtinê de îşaret bi vê mijarê kir. Êdî piştî salekê em hêvîdarin ku doznameya wî bê amadekirin. Min ev anî ziman. Me dît ku aliyê tirk amade ye ji hevdîtinan re û herdu alî jî dixwazin têkiliyan baş bikin."

    Merkelê herwiha bi bîr xist ku ew hêvî dikin li Tirkiyeyê li gor hiqûqa navdewletî bê tevgerîn û derbarê doza Denîz Yucel de jî got, 'karê me ew e ku em karê dadgehê hêsan bikin û pêşiya wê vekin.'

    Serokwezîrê tirk Yildirim jî li ser girtina rojnamevanê alman got ku Tirkiye rûbirûyî darbeyeke mezin hatiye, lewma jî karê dadgehan zêde bûye û bi vê hincetê jî biryara hin dozan dereng dikeve û hêvî kir doza Denîz Yucel li demeke nêzîk encam bide.

    Bi heman mijarî:

    Le Monde: Erdogan kesên muhafezekar û mêldarên Rûsyayê nêzî xwe dike
    HSD encama şerê Efrînê ya 24 saetan ragihand
    ‘Ji ber ku kar nedît bû karsaz'
    Hevdîtina Tillerson û Erdogan destpêkir
    Angelina Jolie ya rûsî: Madalyayan nadine bedewiyê
    Mêrik teklîfa zewacê kir lê xeyalên wî şkestin
    Etîketan:
    Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de