02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Rex Tillerson - Recep Tayyip Erdogan

    Hevdîtina Tillerson û Erdogan destpêkir

    © REUTERS/ Cumhurbaşkanlığı / Kayhan Özer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî serdana xwe ya li Rojhilata Navîn li paytexta Tirkiyeyê Enqerê ye. Tillerson îro bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re, sibe bi hevkarê xwe Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re tê ba hev.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson
    © AP Photo/ Pablo Martinez Monsivais
    Tillerson ji bo bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive li Enqereyê ye.

    Ji ber sedema serdan Tillerson li hawirdora Balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê bergiriyên berfireh ên ewlehiyê hatin wergirtin.

    Tê diyarkirin ku di rojeva Tillerson de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê heye.

    'DÊ BANGEWAZIYA DAWÎANÎNA OPERASYONÊ BIKE'

    Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku ne xwestin navê wan bê eşkerekirin demek berê ragihandibûn ku Tillerson di serdana xwe ya Enqerê de ji bo operasyona Efrînê dê bangewaziya bidawîanîna operasyonê bike.

    'DIBE EV SERDAN ZEHMET DERBAS BIBE'

    Herwiha heman rayedaran gotibû ‘di dema ku têkiliyên navbera Enqere û Washingtonê de zexm derbas dibin, dê ev serdan zehmet derbas bibe. 'û diyar kirin ku dê ev peyam were dayîn: ‘‘Tillerson di serdana xwe ya Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were."

    ‘TILLERSON BERIYA TIRKIYEYÊ SERDANA WELATÊN ROJHILATA NAVÎN KIR'

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê beriya Tirkiyeyê serdana Misir, Kuweyt, Urdin û Libnanê kiribû.

    Tillerson herî dawî di 30ê adarê de hatibû Enqereyê û di 10ê Tîrmehê de jî hatibû Stenbolê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Tiştek tine ku em ji YPGê bistînin
    Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand
    Tillerson: Divê em rêyekê peyda bikin ku bi Tirkiyeyê re bixebitin
    Etîketan:
    Dîplomasî, Serdan, Tillerson, Erdogan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de