18:04 22 Sibat 2018
Zindî
    Polîs li ber avahiya HDPê ya Amedê

    Li Amedê polîsan bi ser weşanxaneya Aramê de girt: Derî bi balyozan hat şikandin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku îro dane sibehê bi serdegirtina polîsan ofîsa weşanxaneya Aramê hate belwelakirin. Herwiha polîsan dest danîne ser hindek kitêban.

    Îro dane sibehê polîsan bi ser ofîsa weşanxaneyê Aramê de girtin, deriyê weşanxaneyê hat şikandin. Polîsan dest danîne ser kitêb û komputeran.

    Li gorî nûçeya Jinnewsê îro pencşemê dane sibehê polîsan bi ser ofîsa Weşanxaneyê Aramê ya li avahiya Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) girtin, deriye weşanxaneyê hat şikandin. Polîsan dest danîn komputeran û hindek kitêban.

    Herwiha hat diyarkirin ku beyî ku sedema lêgerînê bibêjin polîs ji avahiya weşanxanê veqetiyan.

    ​Hêjayî gotinê ye ku der barê pirtûkên serokê PKKê Abdullah Ocalan, pirtûka PKKê Sakine Cansiz û pirtûkên Musa Anter jî di nav de zêdetirî 50î pirtûkên weşanxaneya Aramê hatibûn çapkirin, biryara komkirinê hat derxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê operasyona 15ê Sibatê: 77 kes hatin binçavkirin
    Li Amedê bi hezar û 200 leşker û cerdewanan operasyoneke mezin destpê kir
    Ji Şaredariya Amedê gelek kes ji kar hatin derxistin
    Li 176 mezra û gundên Amedê qedexe hat ragihandin
    Li Amedê êrîşî xala polîsan kirin
    Etîketan:
    Serdegirtin, Weşanxaneya Aramê, Aram, serdegirtina polîsan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de