11:54 27 Nîsan 2018
    Efrîn - Sûriye

    Li herêma Şiyê ya Efrînê pêvçûnên dijwar diqewimin

    © AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li herêma Şiyê ya Efrînê di navbera artêşa tirk û şervanên YPGê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

    Operasyona artêşa tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a li hemberî Efrînê berdewam e. Li gor agahiyan li herêma Şiyê ya Efrînê pevçûnên dijwar di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê û şervanên kurd de rû didin.

    Li gor nûçeya K24 ku dispêre berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê li Efrînê Birûsk Hesekê ragihand ku li derdora gundê Çeqela yê ser bi navçeya Şiyê pevçûnên dijwar di navbera artêşa tirk û şervanên kurd de pêk tên û niha hê jî berdewam dikin.

    Li gor agahiyan ji xeyrî pevçûnên Şiyê li eniyên gundên Dêwa û Dêr Belûtê jî pevçûnên dijwar rû didin.

    Bi heman mijarî:

    CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Brûsk Hesekê, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de