11:54 27 Nîsan 2018
    US Troops Wearing YPG Kurdish Patches in Northern Syria

    Tirkiyeyê ji Amerîkayê xwest ku piştgiriya YPGê bi dawî bike

    © @FuriousKurd
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli ragihand ku wan ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattisî xwestiye ku piştgiriya didin YPGê bi dawî bikin.

    pezkovî-ajal
    © Sputnik / Ekaterina Chesnokova
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli li Brûkselê civînek têkilîdarî civîna NATOyê li dar xist.

    Canikli diyar kir ku di civîna xwe ya li gel Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattisî de xwestiye ku YPG ji çarçoveya HSDê bê derxistin û herwiha gotiye ku ji daxuyaniyên hinek generalên amerîkî aciz bûne.

    Herwiha Canikli di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku "wiha diyar e ku Amerîka hîn jî biryara xwe nedaye" û diyar kir ku "wan di mijara Efrînê de agahiyên bihûrgilî dane hevalendê xwe."

    Li ser pirsyara rojnamevanan, Canikli îdîa kir ku Mattisî gotiye, wiha bawer dikin ku dikarin cudahiyekê têxe nava PYD û PKKê û herwiha gotiye: "Wiha bawer dikin ku YPG li dijî PKKê bidin şer kirin lê me got ku ev tişt ne rasteqîn e û dijî rastiya tiştan e."

    Bi heman mijarî:

    Televizyona îranî cih da îdiaya ‘Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê çekên kîmyewî bikar anîn'
    Mîdurê Ceza û Tewkîfê: Li Tirkiyeyê 140 girtîgehên nû çêdibin
    Misirê li kolanên xwe "şer" li dijî Tirkiyeyê da destpêkirin
    Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kêşeyeke nû rûdide
    Etîketan:
    HSD, YPG, NATO, James Mattis, Nurettin Canikli, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de