11:54 27 Nîsan 2018
    Protestoya Ocalan

    Çalakiya ji bo Ocalan hat astengkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Li Amedê çalakiya HDP, DBP, KCD û KJA ya ji bo 15ê Sibatê salvegera anîna Tirkiyê ya Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

    Li Amedê parlamanter û nûnerên HDP, DBP, KCD û KJA xwestin bi minasebeta 15ê Sibatê salvegera anîna Tirkiyê ya Serokê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî bidin. Beriya daxuyaniyê bi sedan polis li derdor û nava parqê hatin bicîhkirin. Bi hatina parlamanter û nûnerên partî û saziyan di nava parqê de tevgeriyek çêbû û polîsan pêşiya komê girt. Her wiha bi hinceta qedexekirina çalakiyan ya li bajêr destûra daxuyaniyê nehate dayîn. Hevdîtinên parlamanter û nûnerên partî û saziyan ya bi rayedarên polîsan re encam neda. Piştî astengkirinê parlamanter û nunerên HDP, DBP, KCD û KJAyê bê daxuyanî derbasî avahiya HDPê bûn.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’
    Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzerên Ocalan
    HDPê ji bo Ocalan ji CPTê re name şand
    Dayikên Aştiyê bo Ocalan ketin grêva birçîbûne
    Di kovara CIAyê de behsa hûrgiliyên girtina Ocalan tê kirin
    Etîketan:
    Amed, Ocalan, Protesto, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de