11:54 27 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    Serdana Tillersonî ya Tirkiyeyê: 'Yan avakirin an jî xerakirin e'

    © REUTERS / Aaron P. Bernstein
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson îro tê Tirkiyeyê da ku li ser gelek mijaran biaxive ku tê gotin, Efrîn dê mijara sereke ya van civînan be. Tê nirxandin ku ev serdan dê ji bo "avakirin an xerakirina" têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê bin.

    Tillerson îro serdana Tirkiyeyê dike da ku bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re bicive. Ev serdan di demeke wiha de ye ku rayedarên Tirkiyeyê dibêjin ku têkilî gihiştine asta "yan ava bike yan jî xera bike."

    Herwiha gelek dîplomat û şirovekarên siyasî behsa ihtimaleke cidî ya şerekî di navbera herdu aliyan de heye.  Balyozê berê yê Amerîkayê li Tirkiyeyê û xebatkarê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Eric Edelman û Şêwirmendê ewlekariyê yê berê yê Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Bidenî, Jake Sullivan derbarê rewşa dawî ya têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de ji malpera Politicoyê re nivîsîbû û wan wiha gotibû: Tirkiye ji kontrolê derketiye. Êdî divê Amerîka vê bibêje. Xetereke cidî heye ku pevçûn di navbera hêzên Amerîka û yên Tirkiyeyê de derkevin. Divê birêveberî vê bi zelalî bibêje ku êdî  tehemula reftarên xerab nake."

    TIKRIYE ÇI JI AMERÎKAYÊ DIXWAZE?

    Ji aliyên din ve, rayedarên amerîkî dibêjin ku operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê bandoreke neyênî li şerê DAIŞê dike û hinek îdîa hene ku şervanên kurd ji eniyên şerî yên li Dêra Zorê û Reqayê bo Efrînê vekişiyane.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got: "Daxwaz û hêviyên me ji Amerîkayê zelal in. Edî em wad naxwazin, gavên berbiçev dixwazin. Ji bo axaftina hin mijaran divê pêbaweriya me ji nû ve were avakirin. Tirkiye ti şaşî nekiriye. Lê me ji Amerîkayê şaşiyên cidî dîtin. Amerîka sozên ku dan me negirtin. Êdî em soz ne, gavên berbiçev dixwazin. Ez ê ji Tillerson vê daxwazî bikim. An têkiliyên me baş dibin anjî bi temamî xirab dibin."

    "TIRKIYE ŞER NEKE JÎ LÊ DIBE SÎNROAN DEYENE SER INCIRLIKÊ"

    Li gorî nûçeya Ahvalê, Şirovekarê siyasî Nick Danforth derbarê mijarê de wiha dibêje: Herdu alî jî naxwazin ku cudahiyeke bi temamî gur bikin. Lê bi vê retorîka wan(A Tirkiyeyê) li ser Minbicê derfeta vegerê gelekî kêm dike."

    Danforth dibêje ku " Ez hîn jî nafikirim ku Enqere rîska bistîne û li dijî leşkerên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyeyê şer bike lê dibe ku wiha hîs bikin wek neçar in, hinek bergiriyên din bikin wek ku sînordarkirina Incirlikê."

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka Kantona Efrînê: Me çend gund ji Tirkiyeyê stendin
    Televizyona îranî cih da îdiaya ‘Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê çekên kîmyewî bikar anîn'
    Rûsyayê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li ser Idlibê daxuyaniyek da
    Raportora Ewropayê: Me ji Tirkiyeyê gaveke erênî nedît
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Efrîn, Minbic, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de