14:45 25 Sibat 2018
Zindî
    Dogu Ergil

    Dogu Ergil: Civaka tirk jî piştgiriya şer dike

    Zanîngeha Çukurovayê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (387)
    0 11

    Civaknas û zanistê siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil têkiliyên hikûmata Tirkiye û Amerîkayê û îhtîmala operasyona Minbicê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Civaknas û zanistê siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil têkiliyên hikûmata Tirkiye û Amerîkayê û îhtîmala operasyona Minbicê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Ergil, gelê tirk jî piştgiriya şer dike, eger ev piştgirî tinebe rêvebir nikarin operasyonên leşkerî li dar bixin.

    ‘LI TIRKIYEYÊ SIYASET TIM JI BO RAYA NAVXWEYÎ TÊ KIRIN'

    Akademîsyen û zanistê siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil ji bo tekiliyên Tirkiyeyê û Amerîkayê ku di van demên dawî ber bi têkçûnê ve diçin got: "Ev peyvên tund di rastiyê de peyvên siyasetvanan e û ne li gorî zimanê dîplomatîk e. Lewma zimanê dîplomasiyê her dem li pey çareseriyê ye û ji bo lihevkirinê vekiriye. Li Tirkiyeyê siyaset tim ji bo raya navxweyî tê kirin. Siyasetmedar dema di xwestekên xwe yên derve de têk diçin zimanê siyasetê vedigere hûndir. Rêvebiran ev fêhm kiriye û dema li hemberî dewletên bihêz peyvên xwe tund dikin û dibêjin ‘eyyytt' xweşiya însanan diçe û ev jî paşî di hilibijartinan de dibin deng."

    ‘QUTKIRINA TÊKILIYAN WÊ PARASTINA TIRKIYEYÊ TÊXE PÊVAJOYEKÊ NE DIYAR'

    Zanistê siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil di axaftina xwe de got: "Ji bo vê li Tirkiyeyê ji xeyrî zimanê dîplomatîk zêdetir zimanê siyasetê tê bikaranîn. Eger em li têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê temaşe bikin em dikarin di çend astan de şîrove bikin. Ev herdu welat zêdetirî 50 sale ku endamên NATOyê û di nava tifaqekê de ne. Amerîka jî wek serokê vê rêxistinê ye. Li gor min têkilî wê bi hêsanî neyên qutkirin ji bo ku ev dê parastina Tirkiyeyê têxe pêvajoyeke ne diyar. Di ya duyemîn de mentiqekî gelekî hêsan tê bikaranîn. Eger Tirkiye ji pergala parastinê veqete dibe têkeve nava pergaleke din a parastinê. Ev çi ye? Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê ku Rûsya û Çîn pêşengiya wê dikin e. Lê li Sûriyeyê jî me dît daîma berjewendiyên Rûsya û Tirkiyeyê ne yek in. Dewletên mezin her dem li berjewendiyên xwe yên kûrewî difikirin."

    ‘NIHA REWŞ JI BO TIRKIYEYÊ PIR XETERE'

    Prof. Dr. Dogu Ergil di berdewamiya axaftina xw e de got: "Yanî niha Tirkiye ketiye rewşeke wiha ku mecbur maye bi fîlan re têkeve nav livînan û li vir îhtîmala ku were perçiqandin heye. Em temaşe dikin Amerîka li Sûriyeyê piştgiriya kurdan dike. Çima? Ji bo ku sekuler in, li dijî rêxistineke radîkal a Îslamî şer dikin, xwe û herêmê diparêzin. Tirkiye dibêje ez dikarim vî şerî bikim, lê Amerîka jî dibêje dema min ev ji te xwest te nekir. Li vir Rûsya dikeve dewrê û nêzîkî Tirkiyeyê dibe. Rûsya jî di çarçoveya Sûriyeya nûjen de dixwaze xweseriyekê bide kurdan. Yanî ji bo Enqereyê niha rewş pir xetere. Yanî eger Tirkiyeyê ji tifaqa NATOyê derkeve nayê wateya ku wê têkeve nava pergaleke din. Tirkiye niha di nava lêgerînekê de ye û zimanekî ku ji hêz û azameta xwe tiştek winda nekiriye bikar tîne. "

    EM WEK XELK QET NAPIRSIN BÊ OPERASYON JI BO ÇI YE?

    Dogu Ergil li Minbicê ji bo îhtîmala şerê Tirkiyeyê û Amerîkayê got: "Berî îhtîmala şerê Tirkiye û Amerîkayê divê pêşî armanca operasyona Efrînê zelal bibe. Em wek xelk vê pirsê napirsin. Ev operasyona Efrînê ji bo çi ye? Tirkiye dibêje ‘ti derdekî me bi kurdan re tineye tenê em şerê terorîstan dikin'. Niha şer li çolter dewam dike û paşî dibe têkevin navenda bajêr. Eger Tirkiye operayonê ber bi Idlîb û Minbicê ve dirêj bike pêwistiya wê bi hêzeke zêdetir heye. Yanî artêşa Tirkiyeyê li wir wê têkeve şerekî pir cidî. Li gor agahiyan, milîtanên DAIŞê ku di destê rejimê de dîl bûn tên berdan û tevlî şer dibin. Yanî ev şer ji şerê ku tekoşîna alîgir û hevalbendên wê diyar derdikevin holê derket û ber bi şerê bêexlaqiyê ve diçe. Veguherî şerekî ku kî çi bi bike jê re kar dimîne. Ev hêzên mezin en li Sûriyeyê vala namînin û wê tim şervanan bişînin cepheyê şer û ev dê karê Tirkiyeyê pir zahmet bike."

    ‘EGER TIRKIYE TÊKEVE MINBICÊ AMERÎKA JÎ DI NAV DE ÎHTÎMALA KU BI HER KESÎ RE RÛBIRÛ BIMÎNE HEYE'

    Ergil di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger Tirkiye bi îsrar bêje ez ê têkevimê em nizanin bê wê rastî çi were. Rayedarên Enqereyê bi gotinê dibêjin em ê têkevin Minbic û Idlîbê, lê bi filî em nizanin. Artêşa Tirkiyeyê têkevê Amerîka jî di nav de îhtîmala ku bi her kesî re rûbirû bimîne û şer derkeve heye. Em nizanin Tirkiye wê van rîskan li ber çav bigre herhalde. Helbet divê erênî û neyînî, qezenç ûzirara wê jî ji raya xwe ya giştî re bibêje. Ji bo ku bar û berpirsyarike giran e. Hê nehatiye vê astê û em nizanin dê were an na."

    Efrîn
    © AFP 2018/ George OURFALIA
    ‘XELK DIBÊJE TIRKIYE BI OPERASYONÊ WÊ HERÊMÊ TEVLÎ AXA XWE BIKE'

    Civaknas Ergil di dawiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘gelo têkiliya operasyonê û hilbijartinê bi hev ve heye, îhtîmala ku operasyon ji bo hisabê navxweyî were bikaranîn çi ye' got: "Dema ku ev peyv tê gotin serokomar pir aciz dibe û dibêje ‘ev namerdî, xayîntî û bêşerefî ye'. Serokomar bi xwe vî tiştî wek refleksê parastina neteweyî dibîne. Yê beramberî min serokomar e û hemû polîtikayên welat ew tayîn dike û dibêje ‘ev dozeke neteweyî ye' ma ez ê li hemberî peyva wî çi bêjim. Lê mirov dikare vê bêje. Gelo xelk piştgiriyê dide operasyonê? Dema ku em temaşe dikin piraniya xelkê jî piştgiriya gotinên serokomar dike. Eger piştgiriya xelkê tinebe jixwe tevlî tiştekî wiha nabe. Yanî dema ku behsa şer tê kirin, xelk dibêje qey wê Tirkiye here û wir jî wek Osmanî tevlî axa xwe bike. Xelkê tim wiha hizr dikir û ev jî li hisabê rêvebiran tê."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (387)

    Bi heman mijarî:

    Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    KNKê ji bo Efrînê biryara xwepêşandana giştî wergirt
    Ji hikûmeta Sûriyê banga Efrînê: Bila kurd û ereb bibin yek û şerê Tirkiyê bikin
    Sekretêrê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li ser Efrînê axivî
    Nûnerê NYyê: Dawiya rewşa Efrînê ne zelal e
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Dogu Ergil, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de