18:12 25 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Em bûn qurbaniyên pêvajoya çareseriyê

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Danişîna Hevserokê berê yê Selahattin Demirtaş di roja xwe ya 2yem de berdewam dike. Demirtaş di axaftina xwe ya îro de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "em wekî qurbanên pêvajoya çareseriyê hatin îlankirin."

    Demirtaş diyar kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê gelek tişt kirine û ev tişt gotin, "Me got, ‘ger pêvajoya çareseriyê rojekê biser keve, yek dê xelatê werbigire. Ger biser nekeve dê hisabê wê ji me bipirsin.' Di pêvajoya çareseriyê de aliyên dibin navbeynkar, dibin qurbanî. Aliyekî din yê vê dozê jî ev e. Têgihîştina ‘berpirsê serneketina pêvajoya çareseriyê HDP û Demirtaş e' hat pêkanîn û bi vî awayî gelek fezleke hatin çêkirin."

    Demirtaş anî ziman ku kîjan girtîgeh dûr e, ew birin wir û wisa berdewam kir: "Ger ew qas lezgîniya darazê hebû ku bi ser mala me de bigire, dikarîbû beriya rojekê di dema derketina parlamentoyê de em bigirtana lê nekir. Ew qas lezgîniya wê heye ku bi ser malan de girt. Şevekê li nezaretxaneyê digire û paşê parastinê dixwaze. Tavilê dixwaze me bibe hizûra xwe. Lê heman daraz ji bo karûbarên ku me dibe zindana hezar û 150 kîlometre dûr, denge xwe dernaxe. Gava em li Girtîgeha Edirneyê hatin girtin, bêyî hincet hemû hevdîtinên me hatin tomarkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Tê xwestin doz ji rayagiştî were veşartin
    Demirtaş: Wezîrê tirk bi xwe nameya Ocalan ji min re anî
    Ji bo Leyla Xalid destûr nehat dayîn ku beşdarî doza Demirtaş bibe
    Selahattin Demirtaş ji bo dadgehê birin Enqereyê
    Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    Etîketan:
    pêvajoya çareseriyê, Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de