23:47 21 Sibat 2018
Zindî
    Dayikeke kurd a din wêneyê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş daye destê xwe û beşdarî mitînga HDPê û ta Amedê bûye.

    Demirtaş: Tê xwestin doz ji rayagiştî were veşartin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Darizandina Hevserokê berê yê HPDê Selahattin Demirtaş berdewam dike. Demirtaş di destpêkê de diyar kir ku divê danişîn li hemberî rayagiştî bi awayekî eşkere werin birêvebirin û got, "Doz di der çapemeniyê re tê amadekirin. Ger ew qas bawerî bi çapemeniyê tê kirin, xwezî danişîn bi awayekî zindî bihatana weşandin."

    Danişîna doza Hevserokê berê yê Selahattin Demirtaş li Kampusa Girtîgehê ya Sîncanê di roja xwe ya duyem de berdewam dike. Hevserokê nû yê HDPê Sezai Temelli, gelek parlamenter û nêzikî 50 parêzer beşdarî danişînê bûn.

    Li gorî malpera Gazete DuvaRê Demirtaş di detspêka axaftina xwe de diyar kir ku divê daniîn ji bo rayagiştî bi awayekî eşkere werin lidarxistin û astengiyên li ber vê yekê rexne kirin.

    'DESTHILATÎ DIXWAZE DOZÊ JI RAYAGIŞTÎ VEŞÊRE'

    Demirtaş got, "Doz di ser çapemeniyê re berdewam dike. Ger ew qas bawerî bi çapemeniyê heye, bila doz bi awayekî zindî were weşandin. Gava rêz tê ser sûcdarkirina min gelekî bi awayekî eşkere ye, gava rêz tê ser danişînê gelek bergirî tên girtin. Ev doza ji rayagiştî, ji gel dûr tê girtin. Desthilat dixwaze darizandinê ji rayagiştî veşêre."

    Demirtaş derbarê pêvajoya desteserkirina xwe de axivî û got, di 4ê Mijdara 2016an de ji bo ku bi daxwaza 6 dozgeran bi ser mala gelek parlamenteran de were girtin, "Tenê divê îradeya siyasî koordine kiribe."

    Demirtaş li ser temaşekirina dozê jî got, "Kî bixwaze dikare dozê temaşe bike" û diyar kir ku ger kê bixwesta karibûya temaşe bikira, niha 500 hezar esan wê temaşe bikira.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Wezîrê tirk bi xwe nameya Ocalan ji min re anî
    Ji bo Leyla Xalid destûr nehat dayîn ku beşdarî doza Demirtaş bibe
    Selahattin Demirtaş ji bo dadgehê birin Enqereyê
    Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
    Etîketan:
    veşartin, rayagiştî, darizandin, Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de