17:51 21 Sibat 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Erdogan û Bahçeli bên ba hev jî nikarin ji %47an derbas bikin

    © Foto: CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li parlementoya Tirkiyeyê komcivînek ji çapemeniyê re girtî li darxist. Hat ragihandin ku Kiliçdaroglu ankêtek di civînê de eşkereye kiriye û da zanîn ku rêjeya îttîfaka AKPê û MHPê di bin ji %47an de ye.

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Li gorî nûçeya Cumhuriyetê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî demek dirêj cara ewil e ku li parlementoyê komcivînek ji çapemeniyê re girtî lidardixe.

    Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku serokê CHPê di civînê de peyamên girîng dane û ankêtek di dest de di civînê de eşkereye kiriye. Her wiha Kiliçdaroglu piştî daneyên anketê wiha gotiye: "Erdogan û Bahçeli bên ba hev jî nikarin %47an derbas bikin. Armanca me bidestxistina ji %60 e û emê Erdogan bi hilbijartinê têk bibin.

    Kiliçdaroglu derbarê namzetê CHP yê hilbijartina serokomariyê ku çima eşkere nake jî axivî û bibîrxist: "Ev bi zanebûn tên gotin û planek stratejik e, heke em eşkere bikin wê wî tune bikin.

    Bi heman mijarî:

    Gelo Erdogan ji bo çi ji ankêtan ditirse?
    Erdogan: Ez ji ankêtan bawer nakim
    Li gorî ankêtan 2 par ji 3 parên Rûsî amade ne deng bidin Pûtîn
    Ji 7ê Hezîranê vir ve encamên 56 ankêtan gelo çawaye?
    Etîketan:
    ankêt, serokomar, hilbijartin, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de