10:09 25 Gulan 2018
    Polîs-Operasyon

    Li Amedê operasyona 15ê Sibatê: 77 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    3 hezar polîsan li Amedê bi hinceta 15ê Sibatê salvegera anîna Tirkiyê ya Abdullah Ocalan, li seranserê bajêr operasyonek pêk anîn.

    Di encama operasyona ku bi beşdariya 3 hezar polîsan hat kirin de, 77 kes bi tohmet û tawanên cuda hatin binçavkirin.

    Parêzgariya Amedê ragihand ku operasyon bi hinceta çalakiyên muhtemel ên 15ê Sibatê hatiye encamdan û bi beşdariya 3 hezar polîsan û piştgiriya hewayî operasyon hatiye kirin.

    Li gor daxuyaniya parêzgariyê 128 kargeh hatine kontrolkirin, li ser 2 hezar û 996 kesan kontrola edlî hatiye pêkanîn û bi alîkariya segên polîsan di 493 otomobîlan de lêgerîn hatiye kirin.

    Herwiha hat ragihandin ku 77 kes ji tohmet û tawanên cuda hatine binçavkirin.

    Midurê asayîşa Amedê Tacettin Arslan ku operasyonê birêve dibe, bi bêtêlê anons kiriye ku polîsên di operasyonê de cî distînin êlekên pola li xwe bikin û bi baldarî tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê koma muzîkê ket lîsteya terorê: Xelata gilîkirinê 300 hezar e
    Li Enqereyê êrîşî avahiya HDPê kirin
    Li Amerîkayê êrîşa dibistanê: 14 kes hatin kuştin
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    Votel: Alîkariya Amerîkayê ya bo Pêşmerge berdewam e
    Ji Facebookê taybetmendiyeke nû
    Etîketan:
    Amed, Abdullah Ocalan, Operasyona 15ê Sibatê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de