20:07 27 Gulan 2018
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jîm Mattis û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettîn Caniklî

Wezîrên Parastinê yên Amerîka û Tirkiyê civiyan

© REUTERS / Virginia Mayo
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jîm Mattis û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettîn Caniklî di çarçoveya civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê de hatin ba hev. Tê çaverêkirin ku di civînê her du wezîran de, li ser rewşa Sûriyê, operasyona dijî Efrînê û alîkariya Amerîkayê bo HSD/YPGê bê rawestîn.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Nurettîn Caniklî ku beşdariya civîna wezîrên parastinê yên NATOyê dike, piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Fransayê Florence Parly bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis re hat ba hev.

Hêjayî bîrxistinê ye, têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bi hinceta alîkariya Amerîkayê bo hêzên kurdî li Sûriyê di rewşeke krîzê de ye.

Amerîkayê ji bo operasyona dijî Efrînê ev çend car in nerazîbûna xwe nîşan dide û ligel mafê parastina sînorên Tirkiyê diparêze jî dixwaze Tirkiye wê operasyonê bidawî werîne ku niha zirarê dide têkoşîna dijî DAIŞê.

Bi heman mijarî:

Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike
Rûsyayê derbarê qeyrana li Behra Spî ya di navbera Tirkiye û Kibrisê de daxuyaniyek da
‘Di encama êrişa PKKê ya li Zaxoyê de 30 leşkerên tirk hatin kuştin'
Nûnerê NYyê: Dawiya rewşa Efrînê ne zelal e
Tillerson: Divê em rêyekê peyda bikin ku bi Tirkiyeyê re bixebitin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de