04:56 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Wezîrê tirk bi xwe nameya Ocalan ji min re anî

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Danişîna duyemîn a hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dewam dike. Demirtaş diyar kir ku bi manşetan operasyonên têgihînê têne meşandin û got, "Bi rêya wezîrekî destxeta Ocalan anîn û ji me xwestin ku em di referandûmê de denge ‘belê' bidin."

Demirtaş manşetan rojnameyan nîşanê heyeta dadgehê kirin û got, "Ewqas rojname bigotana Demirtaş fezayî ye, dê bawer bikirana. Beriya parêzbendiya parlementeran rabe bi manşetên rojnameyan operasyonanên têgihîne pêkanîn."

‘BI DESTÊ WEZÎREKÎ DESTXETA OCALAN ANÎN Û XWESTIN KU DI REFERANDÛMÊ DE EM BÊJIN BELÊ'

Li gorî nûçeya Nergis Demirkaya ya ji Gazete DuvaRê Demirtaş xwe parast û got çima girtî me? Qey ez reviyam? Rewşa min guncaw e ku delîlan ji nav bibim, na. Referandum hebû: "Di refernadûma 2010an me biryara boykotê dabû Lê ji bo ku em bejin ‘Belê' fişar li me kirin. Di pêvajoya hevdîtinên Osloyê de ku partiya me ne tê de bû, PKKê û devlete danûstendin dikirin. Di referandumê ed me biryara boykotê wergirtibû. Îro yên ku dibên ‘ji Qendîlê talîmatan distîne' wezîrekî ji Îmraliyê bi destxeta Ocalan nivîsek anî. Ji bo ku em di referandûmê de denge ‘belê' bidin ev yek kirin. Ger ev yek were înkar bikin em dikarin şahid bidin axaftin. Di nivîsê de çi hebû? Di nivîsê de dihat gotin ku, ‘partiya we dê biryarê bide. Gelo ev guhertin dê rê li ber pêvajoya çareseriya pirsa kurd veke?' Gotin ku ev ‘talîmata Ocalan e' lê me heta dawiya xwe helwesta xwe ne guherand û boykot kir. Şehînşah ev yek qebûl nekir û got, ‘Ma vana ne ji Ocalanî talimat distendin' tu bûye ku te piştgirî nedayê pêvajoya çareseriyê ya li Osloyê?"

‘XWESTIN EZ NAMZEDIYA XWE YA SEROKOMARIYÊ BI PAŞ DE BIKŞÎNIM'

Selahattin Demirtaş herwiha ragihand ku sala 2014an di pêvajoya hilbijartina serkomariyê de, "Di ser Îmraliyê de xwestin ku ez namzedbûna xwe paş de bikşînim."

Demirtaş: "Hem pêvajoya çareseriya pirsa kurd bireêve diçe hem jî dibe namzed? Bersiva min ‘Ma qey ez bende yî wî me' Bi rêya navbeynkarekî diyar kirin ‘Begefendî ji vê yekê ne xweş e' Min jî got ez ne bendê ye kesî. Ez dikarim şahidê vê bûyerê jî bidim axaftinê."

Bi heman mijarî:

Ji bo Leyla Xalid destûr nehat dayîn ku beşdarî doza Demirtaş bibe
Selahattin Demirtaş ji bo dadgehê birin Enqereyê
Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
Etîketan:
parastin, dadgeh, Demirtaş, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de