02:16 18 Sibat 2018
Zindî
    Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay

    Serpil Kemalbay dest bi grêva birçîbûnê kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay hat îdiakirin ku piştî desteserkirinê dest bi grêva birçîbûnê kiriye.

    Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay rojek berê li Stenbolê ji ber daxuyaniyên Efrînê hatibû desteserkirin û biribûn Enqereyê. Hat îdiakirin ku Kemalbay bi tenê di hucreyekê de dimîne û cil û bergên ku ji hevseroka berê ya HDPê re hatin şandin nehatine teslîmkirin.

    Hat ragihandin ku Kemalbay ‘li hember neheqî û binaçavkirina bêhiqûq û lêpirsînê' dest bi grêva birçîbûnê kiriye. Peyama ku Serpil Kemalbay bi parêzerê xwe re ji raya giştî re şand wiha ye: "Emê welatekî ku Mirov ne wek xulaman wek mirovan lê bijîn ava bikin. Welatekî azad, wekhev û jiyanek aştiyane. Bi hev re emê têkoşînê bidin û bi hev re emê jiyanek aştiyane ava bikin û bijîn. Li hundir û derve têkoşîna me wê dewam bike. Emê qezenç bikin, jin wê qezenç bikin, wê gel qezenç bikin."

    Bi heman mijarî:

    Serpil Kemalbay ji ber daxuyaniyên Efrînê hate desteserkirin
    'Derbarê Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay de biryara deteserkirinê hat dayîn'
    Li Erziromê 40 kesên ku rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de hatin binçavkirin
    Li Dersîmê 4 kes ji parvekirinên Efrînê hatin binçavkirin
    Li Farqînê 11 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Grêva birçîbûnê, Efrîn, Binçavkirin, Serpil Kemalbay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de