16:35 20 Sibat 2018
Zindî
    selahattin demirtaş

    Dadgehê hemû daxwazên Demîrtaş red kirin

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Enqereyê Doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ku bi awayekî girtî tê darizandin, îro li Kampusa Girtîgeha Sincanê dest pê kir. Di duyemîn danişîna doza Demîrtaş de tevahiya daxwazên wî hatin redkirin.

    Li Enqereyê duyemîn danişîna doza Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demirtaş li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir û Demirtaş ji doza tê darizandin parastina xwe kir.

    Her wîha Demirtaş behsa xala 83/2 a Destûra Bingehîn kir û wiha axivî: "Heta biryara parlamentoyê tune be dibêje nayê girtin. Lê 15 meh in ku ez girtî me û ev 15 meh in dadgehê ev xal kontrol nekiriye. Divê hûn vîna gel biparêz in. Parlamento ditirse lê divê daraz wêrek be. Her roj qanûnan derdixin. Destûra Bingehîn diguherînin. Em wek vîna gel jî di hucreyan de li van pêkanînan temaşe dikin. Me neçar dikin ku em di hucreyan de temaşe bikin. Em jî temaşe dikin. Daraz jî temaşe dike. Derbarê delîlên min de tiştek jî nehat kirin. Heyeta we heta îro li dijî rezaleta hiqûqê deng dernexist. Em li hundir bin jî û li derve bin jî, em dê ji bo demokratîkbûna welat bixebitin."

    Di beşa rûniştinê ya piştî nîvro de parêzerê Demirtaş yê bi navê Mahsuni Karaman dijî darazindinê derket û got, ‘çimkî parêzbendiya yasadanînê ya Demîrtaş heye nabe ew bê darizandin.' Dadgehê qebûl nekir, ku daxwaza rakirina parêzbendiya yasayî ji Dadgeha Destûrî re were vegerandin.

    Herwiha dadgehê biryar da ku xala 148an a destûrê tenê dikare bi şiklî were venêrînkirin. Lewma jî dadgehê biryar da û ku hemû daxwazên Demirtaş werin redkirin.

    Bi heman mijarî:

    Selahattin Demirtaş ji bo dadgehê birin Enqereyê
    Cihê danişînên Selahattin Demirtaş hat guhertin
    Selahattin Demirtaş çima naxwaze hevseroktiyê bidomîne?
    Metin-Kemal Kahraman helbesta Selahattin Demirtaş kir stran
    Xelata Ahmet Kaya îsal dane Selahattin Demirtaş
    Etîketan:
    danişîn, destûr, dadgeh, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de