15:23 25 Gulan 2018
sewqiyat-leşkerên-tirk-rewşa-awarte

Li Amedê bi hezar û 200 leşker û cerdewanan operasyoneke mezin destpê kir

© Sputnik / Ekrem Altun
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Li navçeyên Amedê Licê, Pasur, Farqîn û Hezroyê piştî li 178 gund û gundikan qedexe hat ragihandin bi tevlîbuna hezar û 200 leşker û cerdewanan operasyoneke mezin destpê kir.

Walîtiya Amedê serê sibehê ragihand ku ji bo operasyona leşkerî li 178 gund û gundikên navçeyên Licê, Pasur, Farqîn û Hezroya Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Farqînê 60, Pasur 90, Licê 15 û li 11 mezra û gundên Hezroyê ji 14ê Sibatê pê ve hetanî daxuyaniya duyemîn qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî ragihandina qedexeyê operasyonek mezin li her çar navçeyan destpê kir.

HEZAR Û 200 LEŞKER Û CERDEWAN TEVLÎ OPERASYONÊ BÛN

Bi destpêka operasyonê Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) û helîkopter bilind bûn û li ser çolterên Farqînê, Licê, Pasur û Hezroyê geriyan. Hat ragihandin ku hezar û 200 leşker û cerdewan jî beşdarî operasyonê bûne. Di operasyonê de gelek kuçikên ji aliyê bêhnê ve hesas (K9) jî tên bikaranîn. Bi sedema operasyonê li ser rêyên hinek gundan nuxteyên leşkerî hatin danîn. Çûn û hatina gundan jî hat qedexekirin.

Bi heman mijarî:

Ji Şaredariya Amedê gelek kes ji kar hatin derxistin
Li 176 mezra û gundên Amedê qedexe hat ragihandin
Qedexeya derketina derve ya li Amedê rabû
Etîketan:
Sewqiyat, Operasyon, Qedexe, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de