20:24 24 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Dadgeha Tirkiyeyê rê neda balyozê Almanyayê doza Demirtaşî bişopîne

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Dadgeha Tirkiyeyê destûr nedabû şandeyeke biyanî ku darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demritaş bişopînin. Balyozxaneya Almanyayê ragihand ku dadgehê destûr nedaye Balyozê Almanyayê Martin Erdmann jî darizandinê bişopîne.

    Balyozê Almanyayê Martin Erdmann û dîplomatên welatên din xwestibû darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demritaş bişopînin.

    Dadgeha Tirkiyeyê destûr neda Erdmannî ku darizandina Demirtaşî bişopîne.

    Balyozxaneya Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand "Balyozê Martin Erdmann û dîplmatên welatên din bi hev re çûbûn doza Demirtaşî ya ku Sincanê bi rê ve diçe bişopînin. Lê dadgehê destûr neda wan têkevinê. Koma niha li derve li bendî geşedanan e."

    ​Vê sibehê hatibû ragihandin ku destûr nedane dîplomat û şandeyê derveyî ku Endama Rêxistina Rizgariya Gelî ya Filistînê û Birêveberiya Neteweyî ya Filistînê Leyla Xalid jî di nav wan de bû û destûr bo wê jî nehatibû dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Fransa: Em kurdan tenê nahêlin
    Li Kerkûkê berpirsekî din ê tirkmen rastî êrişa çekdarî hat
    Parlamenterê Stenbolê: Emrê Kiliçdaroglu ne dirêj e
    Li Erziromê 40 kesên ku rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de hatin binçavkirin
    Tenê li bajarekî 18 kesên bêxwedî ji ber serma û seqemê mirin
    Etîketan:
    Selahattin Demritaş, Martin Erdmann, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de