10:55 22 Gulan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bilêv kir ku wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin û ew amade ne her cure piştgiriyê bidin Iraqê. Çavuşoglu da xuyakirin, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftine ku li Şingalê rê nede PKKê.

    Efrîn - operasyona Tirkiyê
    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Kuweytê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Divê Iraq ji PKK û YPG bê paqijkirin ku ji bo aramî û jinûve avakirina Iraqê jî girîng e. Divê PKK ji Qendîlê, Silêmanî, Şingalê û deverên din jî bên derxistin. Çavuşoglu got, PKK ji Şengalê diçin Sûriyê û tên. Hikûmeta Iraqê dê sînor biparêze. heger hemû alî di vê çarçoveyê de piştevaniya Iraqê bike, dê bipêş bikeve.

    Herwiha wezirê tirk got: "Operasyonek wek Efrînê divê li Qendîlê jî pêk were. Ji bo me jî û bo Iraqê jî girîng e. Li kûderê PKK hebe, divê jê bên derxistin. Em çawa karin li bajar û çiyayên xwe derxin, divê yên nava Iraqê jî bên paqijkirin. Emê her cure piştgirî bidin Iraqê."

    Ev gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di demekê de ne, artêşa Tirkiyê ji 20ê meha borî ve êrîşî ser Efrînê dike û heta niha bi zêdetirî ji 180 welatiyên sivîl jiyana xwe windakirine û zêdetirî 400 kesên din jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Çavuşoglu, Lavrov û Zarif, meha pêş li Astanayê wê Sûriyeyê biaxivin'
    Îran: Çavuşoglu ji bo Efrînê garantî da
    Mevlut Çavuşoglu û Cavad Zarif li ser Soçiyê axivîn
    Çavuşoglu: Em û Sûriyeyê derbarê YPGê de heman tiştî difikirin
    Çavuşoglu û Tillerson li ser Efrînê peyivîn
    Etîketan:
    Sûriye, Iraq, Efrîn, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de