18:06 22 Sibat 2018
Zindî
    Pakîze Hazara

    Di derbarê leşkerê ku pîra 85 salî eciqand biryara desteserkirinê hat dayîn

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Dadgehê, têkildarî çawîşê Pispor S.K. yê ajokarê wesayîta zirxî ku li Licê Pakîze Hazara 85 salî qeliband û bû sedema mirina wê biryara desteserkirinê da.

    Li Licêya Amedê, di 14ê Hezîrana 2017an de dema Pakîze Hazara 85 salî ji bo meaşê xwe wergire diçû PTTê, li Kolana Mumîn Aga li ber avahiya PTTê wesayîta zirxî ya cendirmeyan lê qeliband û ew kuşt. Serdozgeriya Komarê ya Liceyê lêpirsîna di derbarê mirina Hazarê de temam kir û îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Liceyê ve hat qebûlkirin û bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" di navbera 2 û 6 salan de cezakirina çawîşê Pispor S.K. yê ajokarê wesayîta zirxî yê bi awayekî negirtî tê darizandin hat xwestin.

    ‘ME HEBÛNA XWE YA HERÎ GIRANBUHA WINDA KIR'

    Yekemîn danişîna dozê îro Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê dest pê kir. Çawişê pispor S.K. beşdarî danişînê nebû. Di danişînê de kurê Pakize Hazar, Veysi Hazar axivî û got "Pakize dayika min e. Di bûyerê de me hebûna xwe ya herî giranbiha winda kir. Bi sedema ku cihê buyer lê çêbû ji trafiqê re girtî ye gumanbar bi qisûr e. Bavê min 86 salî ye û dayika min li wî dinêrî. Piştî mirina dayîka min derûniya bavê min jî xira bû. Em dixwazin gumanbar were cezekirin."

    Piştî parastinan şandeya dadgehê têkildarî çawişê pispor S.K. de biryara desteserkirinê da û xwest ku piştî îfadêgiritna wî were berdan. Doz taloqî 23yê Gulanê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kemerovoyê wesayîta zirxî ya leşkerî, li otomobîla ku dilezand qelibî
    Artêşa Tirkiyeyê: 23 leşkerên me bi 5 wesayîtên zirxî ve derbasî Qeterê bûn
    Navgîna pirfonkosyonî ya zirxî ya Tigr-M
    ‘Di nava 2 salan de 22 kes dibin wesayîtên zirxî de can dan'
    Etîketan:
    dadgeh, zirxî, qeza, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de