14:57 26 Gulan 2018
şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê

Ji Şaredariya Amedê gelek kes ji kar hatin derxistin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nêzi 40 karkerî ji kar derxistin. Sedema ji kar derxistina karkeran hîn ne diyar e.

şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê
© Sputnik / Sertaç Kayar
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nêzi 40 karkerî ji kar derxistin. Sedema ji kar derxistina karkeran hîn ne diyar e. Li gorî zanyariyên dawîn ji hemû şaredariyên DBPê heta aniha 3 hezar û 33 karker ji kar hatine derxistin û ev hejmar roj bi roj her zêde dibe.

KARKER BI PEYAMA TELEFONÊ HATIN AGAHDARKIRIN

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin ji karderxistina karkeran berdewam e. Li gor zanyariyên berdest, piştî ku ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm hatibû tayînkirin ji gelek beşan nêzi 40 karker ji kar hatin derxistin. Agahîya ji kar derxistinê serê sibehê bi telefonê dan kedkaran û piştre bi nivîsa fermî hatin agahdarkirin. Hejmara kedkarên ku ji kar hatine derxistin ne dîyare lê tê gotin ku ji beşa jina û beşên cuda nêzi 40 kes ji kar hetine derxistin.

HEJMARA KARKERÊN JI KARDERXISTÎ JI 3 HEZARAN DERBAS KIR

Li gor zanyariyên dawîn ji hemû şaredariyên DBPê heta aniha 3 hezar û 33 karker ji kar hatine derxistin. Ji karderxistina kedkaran roj bi roj berdewam dike û hejmar zêde dibe. Tevlî yên dawîhejmara karkerên ku ji kar hatindûrxistin 3 hezaran derbas kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Lewheya Şaredariya Amedê hate guhertin
HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
Qeyûmê Şaredariya Amedê qeyrana dil derbas kir
31 Şanogerên girêdayî Şaredariya Amedê ji kar hatin derxistin
Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir
Etîketan:
40 karkerên din ji şaredariya Amedê hatin derxistin, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de