14:01 18 Sibat 2018
Zindî
    selahattin demirtaş

    Ji bo Leyla Xalid destûr nehat dayîn ku beşdarî doza Demirtaş bibe

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku bi awayekî girtî tê darizandin, îro li Enqereyê destpê dike. Ji bo şandeyeke derveyî welêt ya ku dixwest dozê bişopîne, destur nehat dayîn.

    Doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku bi awayekî girtî tê darizandin, îro li Enqereyê destpê dike. Li gorî agahiyên malpera DuvaR Gazeteyê ji derveyî welêt jî şandeyeke ji bo şopandina dozê hatiye lê ji vê şandeya ku ji 25-30 kesa pêk tê, destura şopandina dozê nehat dayîn. Hat diyarkirin ku Endama Rêxistina Rizgariya Gelî ya Filistînê û Birêveberiya Neteweyî ya Filistînê Leyla Xalid jî din av wê şandeyê de cih digire.

    Tê payîn ku nêzikî 100 parêzer ji parastina Demirtaş beşdarî dozê bibin û herwisa Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan û parlamenterên HDPê jî wê di dozê amade bin.

    Demirtaş bi îdiayên wekî ‘avakirin û rêvebirina rêxistina terorê', ‘propagandaya rêxistinê' û pesindayîna sûc û sûcdar' tê darizandin û heta 142 salan cezayê zindanê jê re tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Selahattin Demirtaş ji bo dadgehê birin Enqereyê
    Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
    Yên Demirtaş û Kiliçdaroglu jî di nav de 114 fezlekeyên din gihîştin parlamentoyê
    Etîketan:
    beşdarbûn, doz, Hevserokê berê yê HDPê, Leyla Xalid, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de