13:42 21 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Parlamenterê Stenbolê: Emrê Kiliçdaroglu ne dirêj e

© AFP 2018 / Adem Altan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk di axaftina xwe de îdîa kir ku emrê Kemal Kiliçdaroglu ne dirêj e, li şûna wî yekî din amade dikin û ez zanim kî ye.

Efrîn - operasyona Tirkiyê
© REUTERS / Khalil Ashawi
Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk di axaftina xwe ya CNN Tirkê de îdîa kir ku emrê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ne dirêj e, li şûna wî yekî din amade dikin û ez zanim kî ye.

Metin Kulunk di axaftina xwe de got: "Eger Muharrem Înce wek Serokê Giştî yê CHPê bijata hilbijartin wê CHP di xeteke pir cuda de bûna."

Kulunk di berdewamiya axaftina xwe got: "Ez alîgirin CHPê ji rêvebiran vediqetînim. Alîgirên CHPê welatperwer û dewlethêz in. Dema hebûna dewletê têkeve holê wê dev ji cudahiyan berdin, lê rêvebirên jor proje ne. Şexsê ku niha li serê CHPê ye emrê wî jî ne dirêj e. Kesekî din li şûna wî amade dikin. Ez dizanim kî ye. Kongreya Stenbolê amadehiya piştî Kemal Kiliçdaroglu ye."

 

 

Bi heman mijarî:

CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
CHP: Em piştgiriyeke tam didin operasyona Efrînê
CHP: Em dê biçin faşîzma AKPê tune bikin
CHP: Tirkiye wek ku komên cîhadîst diparêze tê nîşandan
CHP: Heke ew tişt bibe em ê Tirkiyê ser û binî hev bikin
Etîketan:
AKP, CHP, Metin Kulunk, Kemal Kiliçdaroglu, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de