13:56 25 Nîsan 2018
    Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

    'Tirkiye ji kontrolê derketiye, ihtimala şerekî cidî bi Amerîkayê re heye'

    © AP Photo / Arab 24 network
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 70

    Dîplomatê amerîkî dibêjin ku helwestên Amerîkayê yên li himberî tevgerên Tirkiyeyê wiha dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bifikire ku Amerîka nikare dest jê berde lewra divê Amerîka eşkere ji Tirkiyeyê re bibêje ku "Tirkiye ji kontrolê derketiye û ihtimala pevçûneke cidî heye."

    Balyozê berê yê Amerîkayê li Tirkiyeyê û xebatkarê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Eric Edelman û Şêwirmendê ewlekariyê yê berê yê Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Bidenî, Jake Sullivan derbarê rewşa dawî ya têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de ji malpera Politicoyê re nivîsî û wan wiha got: Tirkiye ji kontrolê derketiye. Êdî divê Amerîka vê bibêje. Xetereke cidî heye ku pevçûn di navbera hêzên Amerîka û yên Tirkiyeyê de derkevin. Divê birêveberî vê bi zelalî bibêje ku êdî  tehemula reftarên xerab nake."

    "EGER TIRKIYE BERÊ XWE BIDIN MINBICÊ, RÎSKEKE CIDÎ ÇÊDIBE"

    Herdu nivîskar di destpêka nivîsa xwe dibêjin: "Piştî destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, ihtimala pevçûneke rasterast di navbera leşkerên amerîkî û yên tirk de bi awayekî hişyarker heye. Şerê Tirkiyeyê yê niha li bakurê rojavayê Sûriyeyê li Efrînê li dijî yekîneyên kurd ên ku Amerîka piştgiriya wan dike, têra xwe bêistiqrariyê tîne. Lê eger Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sozên xwe yên her dem dubare dike bîne cih û berê xwe bide rojhilat û biçe ber bajarê Minbicê yê ji aliyê kurdan ve tê kontrolkirin û Amerîka li wir dewriyeyan digerîne, wê çaxê dê xetera cidî pêk were. Tekane rê ji bo astnegkirina pevçûnan ew e ku rayedarên amerîkî niha nêzîkatiyeke tund û zelal li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin, berî ku rewş xerabtir bibe."

    "GEFÊN TIRKIYEYÊ DÊ TÊKILIYÊN AMERÎKA Û TIRKIYEYÊ XERA BIKIN"

    Nivîskar diyar dikin ku ev gefên Tirkiyeyê û Serokkomarê wê Recep Tayyip Erdoganî li dijî Minbicê dikarin hevalbendiya Tirkiye û Amerîkayê xera bikin û ew xerakirin dê bi awayekî be ku ew têkilî neyên serrastkirin û wiha dewam dikin: Gelekî pêwîst e, Amerîka daxuyaniyeke zelal bide ku ev tişt dê neyê tehemulkirin û bi helwesteke bibandor û rawestîner piştgiriyê bide van daxuyaniyan da ku bikarin neyariya Tirkiyeyê asteng bikin û hêviya têkiliyeke karîger jî biparêze."

    "EV HELWEST RÎSKA PEVÇÛNA AMERÎKA Û TIKRIYEYÊ ZÊDE DIKE"

    Di berdewamiyê de nivîskar mixabîniya xwe ji ber helwesta Amerîkayê nîşan didin, wê wek "kakfoniyê" bi nav dikin û dibêjin ku ev helwesta Amerîkayê dihêle, Erdogan wiha bawer bike ku Washignton têkiliya xwe ya li gel Enqereyê gelekî giring dihesibîne nikare dest jê berde.  Edelman û Sullivan dibêjin ku ev jî rîskê pevçûneke muhtemel zêde dike.

    "DIVÊ BI ENQEREYÊ BIDIN FÊMKIRIN KU ENCAMÊN ÊRÎŞA LI SER MINBICÊ DÊ GIRAN BE"

    Herwiha nivîskar teqez dikin ku divê bi Enqereyê bidin fêmkirin ku encamên êrîşa li ser Minbicê dê giran bin û divê Washington amade be ku bişopîne.

    Ji aliyê din ve, nivîskar balê dikişînin ser nakokiyên vê dema dawî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê û dibêjin ku "bersvia Amerîkayê ji van provokasyonan(ên Tirkiyeyê) bi wê hêviyê hatin kirin ku danûstendina wek hevalebendekî baş li gel Tirkiyeyê dê di dawiyê de Tirkiyeyê qanî bike ku wek hevalbendekî baş tevbigere".

    Herdu nivîskar teqez dikin ku nekarîna birêveberiya niha ya Amerîkayê ku helwestên Amerîkayê bi zelalî ragihînin,

    "ERDOGAN BAWER DIKE KU AMERÎKA DÊ BI XURTÎ LI DIJÎ WÊ DERNEKEVE"

    rewşê xerabtir dike û wiha dibêjin: "Mixabin ku birêveberî naşê peyamên zelal bide û vî tiştî jî baweriya Erdoganî xurttir kir ku Amerîka bi awayekî xurt dê li dijî wî dernekeve."

    Bi heman mijarî:

    'Têkiliyên me û Tirkiyeyê di qonaxek nebaş de ye'
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Rûsya: Hevdîtinên me ji bo enkaza balafira me bi Tirkiyeyê re dewam dike
    Etîketan:
    Jake Sullivan, Eric Edelman, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de