08:29 20 Sibat 2018
Zindî
    Şaxa ÎHDê ya Amedê

    ÎHD: ‘18 hezar û 507 binpekirinên mafên mirovan pêk hatiye'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Şaxa ÎHDê ya Amedê Raporta Binpêkirinên Mafên Mirovan a sala 2017an ya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat eşkere kir. Li gor raportê 18 hezar û 507 binpekirinên mafên mirovan pêk hatiye, di pêvajoya şer de 608 kesan jiyana xwe winda kirine, 20 jê zarok bi tevahî 3 hezar û 858 kes hatine binçavkirin, 2 jê zarok bi tevahî jî 788 kes hatine girtin.

    Goristana Xerzan
    © Foto: Komeleya Mafên Mirovan
    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê li ser binpêkirinên mafên mirovan yên di pêvajoya şer de rapora bi navê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2017an a Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilat' eşkere kir. Beriya eşkerekirina raportê, Serokê ÎHDê yê Amedê Raci Bilici axivî û anî ziman ku Rewşa Awarte (OHAL) bûye sedema binpêkirina mafên mirovan. Bilici diyar kir û got, hikumet Rewşa Awarte li gorî berjewendiyên xwe bikartîne û makeqanun û peymanên navnetewî binpe dike. Bilici wiha axivî: "Di Rewşa Awarte de bi hezaran kedkar û akademîsyen ji kar hatin dûrxistin, 145 rojnamevan hatin girtin, gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin, çalakiyên demokratik tên qedexekirin, parlamanter, şaredar hatin girtin, li 93 şaredarîyan qeyûm hatin tayînkirin."

    ‘BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ZÊDE DIBE'

    Bilici wiha dewam kir: "Bi Rewşa Awarte pêşiya sîyaseta demokratîk tê girtin û jiyanek bi maf û azad asteng dikin. Li herêmê şer û pevçûn berdewam dikin. Di sala 2017an de di pêvajoya şer de leşker, polis, milîtanên rêxistinê û sivîl jî di nav de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan. Li heremê di nêrina hiquq û edaletê de hilweşînek giran çêbûye. Di sala 2017an de binpêkirina mafên mirovan gelek zêde buye. İnfazên bê daraz, îşkence, ta'deyî, qedexekirin, mudaxale, azadîya çapemeniyê, tundîya li ser zarok û jinan zêde bûye. Li girtîgehan li hemberî girtîyan îşkence û ta'deyî derketîye asta herî mezin."

    ‘18 HEZAR Û 507 BINPÊKIRINA MAFAN PÊK HATIYE'

    Pîştî Bilici, Nûnerê Heremê yê ÎHDê Abdulselam Inceoren bilançoya binpêkirina mafên mirovan a heremê ya sala 2017an aşkere kir û ragihand ku 18 hezar û 507 binpêkirinên mafan çêbûye. İnceoren wiha got: "Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 9 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Cerdewanan 2 kes birîndar kirin. 2 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. 8 kesan di êrişên ku kujerên wan ne dîyar de jiyana xwe ji dest dan û 1 jê jin 10 kes birîndar bun. 83 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her wiha 433 girti rastî îşkenceyê hatine. 20 jê zarok bi tevahî 3 hezar û 858 kes hatin binçavkirin. 2 jê zarok bi tevahî 788 kes jî hatin girtin. 2 hezar û 900 caran polîsan avêtin ser malan.

    Bi heman mijarî:

    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    Komîsyona Mafê Mirovan a NYyê bo Îranê daxuyaniyeke nû da
    Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê: Îran meha Mijdarê 13 kurd bi dar vekirin
    Etîketan:
    Binpekirin, Maf, ÎHD, Amed, Şaxa ÎHDê ya Amedê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de