05:53 20 Nîsan 2018
    Meral Daniş Beştaş

    Ji bo parlamentera HDPê 25 sal ceze tê xwestin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş ji ber ku di sala 2014an de tevlî meşa piştgiriya Kobanê bûye hat darizandin. Dozgeriyê mutala da û xwest ku Beştaş bi 25 salan bê cezakirin.

    Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş bi hinceta tev li çalakiya 2014an ya ku ji bo piştgirîya Kobaniyê û şermezarkirina "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê bûbû doz hatibû vekirin. Danaşîna 4an a doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Amedê pêk hat de, Beştaş bi "endamtiya rêxistinê", "Tehrîkirina sûc", "Beşdarbûna meş û civînên derqanûnî" û "Teşwîqkirina gel a ji bo meş û civînên derqanûnî" tê tawanbarkirin.

    Beştaş tev li danişîna 4an nebû, tenê parêzerên wê li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozgerê danişînê mutala berpêşî heyeta dadgehê kir. Dozger mutala da û xwest, Beştaş bi 25 salan bê cezakirin. Şandeya dadgehê doz taloqî meha Avrêlê kir.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Ayhan Bîlgen û Meral Daniş Beştaş careke dî qerara girtinê hat dayîn
    Meral Daniş Beştaş: Hedefa wan rûmeta me ye
    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş serbest hat berdan
    Meral Daniş Beştaş:‘Rewşa tenduristiya Demirtaşî ber bi başiyê ve diçe'
    Etîketan:
    mehkeme, kobanî, ceza, dozgerî, Meral Daniş Beştaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de