Hevseroka nû ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervin Buldan ji RS FMê re li ser kongreyê axivî. Di kongreya ku di 11ê mehê de hat li darxistin de Pervin Buldan û Sezai Temelli bûn hevserokên nû. Selahattin Demirtaş jî ku ev salek û nîv e di gertîgehê de ye, bû endamê yekemin yê meclisa partiyê.
‘EM Ê LI SER RÊYA FÎGEN Û DEMİRTAŞ BİMEŞİN'
Buldan bersiva pirsa "gorê serdema beriyê wê di politikaya partiyê de tu guhertin çê bibin?" bi vê awayê bersivand: HDP partiyeke 5 salî ye, 5 sal e me çi polîtikayê meşandibe em ê ji îro şûn de jî polîtikayek nêzê wê bimeşînin. Kes bila hêviya guhertinên mezin ji me neke. Em dibêjin, ihtiyaca Tirkiyeyê edalet û demokrasî ye, me duhê jî vê digot em îro jî vê dibêjin. Me ala ku Figen û Selahattin hildabû wergirt. Wan ji bo demokrasî were Tirkiyeyê gelek emek dan. Em li ser rêça wan in.‘TIRKIYE HIM DI ALIYÊ ABORÎ DE HIM DI ALIYÊ SIYASÎ DE DI KAOSÊ DE YE'
Di destpêka Kongreyê de Pervin Buldan û Sirri Sureya Onder li ser operasyona Efrîne axaftin kiribûn û li ser vê axaftinê Dozgeriya Enqerê di derbarê wan de lêpirsîn dabû destpêkirin.Buldan di derbarê vê mijarê de van îfadeyan bi kar anî, "lêpirsîna di derbarê me de li me ecêb nehat, lê belê em hêj nizanin ku dozger li ser kêjan îfadeyên me lêpirsîn daye destpêkirin. Axaftina me tenê li ser rexnekirina hikûmeta niha bû. Mafê me yê rexnekirinê heye. Pervin Buldan di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser ku Tirkiye bi gelek awayan di kaosê de ye. Him di aliyê aborî de him di aliyê siyasî de. Ji ber vê yekê em van lêpirsînan ecêb nabînin êdî.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)