01:28 24 Gulan 2018
    Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û leşkerên Iraqê

    Leyla Xalid: Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye?

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Endama Rêxistina Rizgariya Gelî ya Filistînê û Birêveberiya Neteweyî ya Filistînê Leyla Xaldi rexne li siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn girtine û operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bi "dagirkerî" bi nav kir û got: "Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye?

    Xalid beşdarî Kongreya HDPê ya li li Enqereyê bi rê ve çûbû bû û bertek da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê. Xalidê got ku "Tiştê Tirkiye tîne serê kurdan û tiştê Îsraîl tîne serê me, heman tişt in." Herwiha siyasetvana filistînî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê wek "dagirkerî" bi nav kir û wiha axift: "Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Her cihê ku bêedaletî lê hebe, cihê têkoşîna min e. Divê piştgirî bê xurtkirin."

    "ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ HEMAN TIŞTÎ DIKIN"

    Xalid bi malpera Gazete Karincayê re axivî û diyar kir ku polîtîkaya ku desthilata Tirkiyeyê li ser kurdan disepîne, dişibe wê polîtîkayê ya ku Îsraîl li ser filistîniyan disepîne û wiha pê de çû: "Komkujiyan dikin, aktivîstan dixin girtîgehan ku bi hezaran mirov niha di girtîgehan de ne. Tiştê Îsraîlê dianî serê gelê me jî heman tişt bû."

    "BAWERIYA ME BI TIRKIYEYÊ NAYÊ"

    Di berdewamiyê de Xalidê got ku tiştê Tirkiye dike nakokî ye; "Tirkiye him piştgiriyê dide Filistînê û him têkiliyên xwe bi Îsraîlê re berdewam dike" û wiha dewam kir: "Tirkiye behsa piştgiriya Filistînê dike. Lê têkiliyên wan ên leşkerî bi Îsraîlê re hene. Têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut nekirine. Piştî komkujiya Mavi Marmarayê, Tirkiyeyê got ku dê balyozê xwe ji Îsraîlê bikişîne û têkiliyên xwe bibire. Lê hîn jî pîlotên îsraîlî li Tirkiyeyê tên perwerdekirin. Dixwazin nîşan bidin ku piştgiriya me dikin lê têkiliyên wan bi Îsraîlê re baş in. Em vî tiştî baş dizanin û baweriya me bi gotinên wan nayê."

    "TIRKIYE PARA XWE LI ROJHILATA NAVÎN DIXWAZE"

    Herwiha rayedara filistînê rexne li polîtîka Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn dike û dibêje: "Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz. Li wê herêma navbera Iraq û Misrê…Tirkiye para xwe dixwaze di çi çareseriya ku pêk were de û hewl dide ku nifûza xwe berfireh bike. Di heman demê de têkiliyên wan bi Îsraîlê re hene û ev jî alîkariya Îsraîlê dike ku heman nerînê ji bo Rojhilata Navîn bi dest bixe. Her kes para xwe dixwaze. Tirkiye para xwe dixwaze. Ji ber Erdogan dixwaze bibe sultan û dixwaze împeratoriya osmanî ji bo Tirkiyeyê vegerîne."

    Bi heman mijarî:

    Atrêşa Tirkiyeyê: Di encamdana êrişekê de leşkerekî can da
    Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbê rastî êrişê hat: 1 kuştî û 6 birîndar
    Rûsyayê ji bo dîtina perçeyên balafira xwe ji Tirkiyeyê alîkarî xwest
    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Etîketan:
    HDP, Leyla Xalid, ÎsraÎl, Îsraîl, Filistîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de