Tayyip Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şirîkê me yê stratejîk ji xeyrî çekdayînê alîkariya aborî dike. Bila ev baş bê zanîn ku Tirkiye ne dewleteke çadir e. Çi pêwist be em ê wê bikin. Yek dimrin hezar jîn dibin. Bila ev wiha bê zanîn. Keştiyên şer û hêzên hewayî di dema pêwist de ji bo mudaxele bikin ji nêzik ve dişopînin."
'EM HEMÛ ALÎKARIYAN DIŞOPîNIN'
Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gor agahiyên destpêkê 550 milyon dolar alîkarî tê kirin û axaftinên ku ev alîkarî wê derkeve 3 milyar dolar jî têne kirin. Heta niha we çend DAIŞî kuştin. We DAIŞ sewkî kuderê kir. Êdî mafê ti kesî tineye ku behaneya DAIŞê bikar bîne. Dawî li şanoya DAIŞ a li Iraq û Sûriyeyê hatiye."
'XUYAYE TOQADÊN OSMANÎ NEXWARINE'
Serokomar di axaftina xwe de ji bo generale amerîkî Paul E. Funk ku gotibû 'eger Tirkiye êrişî me bike em ê bersivê bidin' got: "Xuyaye yên ku dibêjin ‘eger êrişî me bikin em ê bersivê bidin' qet toqadên Osmanî nexwarine. Wê ji nêzîk ve bibînin ku êdî wekî berê dê nikaribin werin û herin. Em ê ji terorîstên kêleka wan destpê bikin û hemûyan bikûjin. Êdî wê fêhm bikin ku mana cem terorîstan ji bo wan ne baş e."
Cumhurbaşkanı Erdoğan, AK Parti TBMM Grup Toplantısında Konuşuyorhttps://t.co/ga1RFOZsgk
— T.C.Cumhurbaşkanlığı (@tcbestepe) 13 Şubat 2018
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)