07:38 24 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Papa Francis

    Ji bo gotinên 'Erdogan pere bexşandiye' doz hat vekirin

    © REUTERS / Alessandro Di Meo/Pool
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derbarê parlementerê CHPê Haluk Pekşen de ji ber gotinên "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo hevdîtina bi Papa Francis re pere bexşandiye" doz hat vekirin. Parêzerê Erdogan li ser Twitêrê vekirina dozê eşkere kir.

    Parlementerê Partiya Komara Gel (CHP) yê Trabzonê Haluk Pekşen îdiakiribû ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo bi Papa Francis re hevdîtinê pêk bîne pere bexşandiye. Li ser van îdiayên Pekşen parêzerê Erdogan Huseyin Aydin doza tazmînatê ya 100 hezar lîreyî vekir.

    Aydin li ser hisabê xwe yê twitêrê vekirina dozê eşkere kir û wiha got: " Parlementerên CHPê ji bo bêbextiyan li serokomarê me bikin di pêşbaziyê de ne, piştî bêbextiya Mahmut Tanal, Haluk Pekşen jî bêbextiyek avêt serokomarê me. Wê hesabên wê bidin. Em di derbarê Pekşen de doza tazmînatê ya 100 hezar lîreyî vekidin."

    Her wiha Pekşen îdiakiribû ku ji bo hevdîtina bi Papa Francis re Erdogan pere bexşandiye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan ji bo bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir'
    Wezareta Hundir a Tirkiyeyê ji ber Efrînê doz li rêxistineke bijîşkan vekir
    Ji bo belgefîlmê li Dicle Anter doz hat vekirin
    Li Amerîkayê doz li Pentagonê hat vekirin
    Etîketan:
    vatîkan, papa, doz, erdogan, Haluk Pekşen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de