06:25 21 Gulan 2018
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê.

    Şêwirmendê serokwezîrê berê yê tirk: Ji bo Tirkiyeyê mijara krîtîk êdî kurd in

    Emin Sansar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mahçupyan anî ziman ku piştî DAIŞ derket holê, Amerîkayê xwest ku Tirkiye çi pêwîst be bike û got, gava diyar bû ku Tirkiye bi tena serê xwe nikare tiştekî bike, Amerîkayê PYD dît.

    Nivîskarê esilermen nirxand ku ev yek ji aliyê siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ve wekî gefekê hat dîtin û diyar kir ku îhtimala avabûna dewleteke PKKê li ser sînorê Tirkiyeyê, bû sedem ku her cûreyê fikra çareseriyê ya demokratîk bide aliyekî: "Tirkiyeyê bi qasî demeke dirêj nikarîbû bigota, ew çi dixwaze. Her ku çû li dijî dewleteke serbixwe, li dijî rêveberiyeke herêmî ya di bin kontrola PYDê de, heta li dijî her cûreyên xweseriyê yên di bin rêveberiya Kurdan de derket."

    'ENCAMA BÊSIYASETBÛNÊ YE'

    Etyen Mahçupyan ev helwesta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan wekî ‘bêsiyasetbûn'ê bi nav kir û got, berteka hestyarî ya li dijî referandûma Herêma Kurdistanê wekî encama vê bêsiyasetbûnê nirxand. Mahçupyan got, "Tirkiye îro li dijî PYDê operasyona Efrînê li dar dixe û rikberê PKKê rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Barzanî vê operasyonê şermezar dike."

    'JI BO TIRKIYEYÊ MIJARA KRÎTÎK ÊDÎ KURD IN'

    Etyen Mahçupyan derbirî ku ji bo Tirkiyeyê êdî mijara krîtîk ne Sûriye, Esad an jî Sunnî ne, PYD û kurd in û di dawiya nivîsa xwe de ev tişt gotin, "Sunnî xeyalê desthilatiyê dixemilîne lê kurd tirs û xofê didin wê û di atmosfera neteweperest/dewletperest de rastiya vê tirs û xofê bi ser wî xiyalî de digire. Ji bo vê yekê jî xwe diavêje bextê Mîsak-i Millî û piçek xiyalên din lê zêde dike."

    Bi heman mijarî:

    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir
    Etîketan:
    mijara krîtîk, kurd, Şêwirmendê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê, Etyen Mahçupyan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de