15:44 22 Nîsan 2018
    Efrîn - operasyona Tirkiyê

    CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wekîlê Serokê Grûba CHPê Engin Altay di axaftina xwe ya çapemenî de ragihand ku agahiyên derbarê operasyonê li hemû kongreyên AKPê têne belavkirin, ev tiştekî exlaqî ye.

    Wekîlê Serokê Grûba CHPê Engin Altay di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Agahiyên derbarê operasyona Efrînê li hemû kongreyên bajêr ên AKPê têne belavkirin, ev tiştekî exlaqî ye. Dixwazin Efrînê ji bo şexsekî bikin cihê şovê û Tirkiye ji vê ti sûdê wernagire. Efrîn ne leystoka AKPê ye."

    Angin Altay di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo operasyonê me çar hişyarî kirin, lê ti kes guhdariya hişyariyên me nake. Serê pêşî me got angajmanên dîplomatîk ên leşkerî bi parlamentoyê re parve bikin, xeletiyeke stratejîk nekin ji bo ku hûn diçin herêmeke hesas. Helbet em ê hemû ji bo welatê xwe canê xwe bidin, lê bila ev ne ji ber xeletiyên stratejîk be. Semîmî bin, ev mijareke netewî ye û nekin mijareke navxweyî."

    ‘CIHÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDÎ PARLAMENTOYE'

    Altay di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi rêxistinan re tekoşîna xwe bidin, lê pirsgirêkeke Tirkiyeyê ku bi lezgîn were çareserkirin heye û cihê vê jî parlamento ye. Ne Qendîl, ne Oslo, ne Îmrali û ne jî Dolmabahçe ye. Divê parlamento bi desthilat û muxalefetê ji bo vê pirsgirêkê bikaribe gavekê biavîne. Xuyaye guh nadin hişyariyên me."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, AKP, CHP, Engin Altay, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de