21:11 24 Nîsan 2018
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: Em ê 5 qatê Vîetnamê bînin serê Amerîkayê

    © AFP 2018 / Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li kampa Antalyayê di axaftina xwe ya rojnamevanan de ji bo têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê got: "Em ê 5 qatên Vîetnamê bînin serê Amerîkayê."

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li kampa Antalyayê di axaftina xwe ya rojnamevanan de ji bo têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê got: "Em ê 5 qatên Vîetnamê bînin serê Amerîkayê." Şerê Vîetnamê sala 1955an dest pê kir û hetanî 1973an dewam kir. Vîetnam di sedsala 20emîn de yek ji şerê herî xwînî bû.

    Li gor nûçeya rojnameya Aydinlikê, Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya rojnamevanan de alîkariya Amerîka ya ji bo HSDê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê nirxandin. Bahçeli got: "Amerîkî tiştê ku li Vîetnamê hate serê wan jibîr nakin. Bi salan dewam kir û hê jî semptomên didomin. Welatekî 20 milyon welatê 200 milyon perîşan kir. Tirkiye wê 5 qatê Vîetnamê bike."

    Bahçeli di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû ‘divê em nekevin navenda Efrînê' da û got: "Serokê CHPê çi dibêje bila bêje, divê têkevin Efrînê û herêmê ji rêxistinê paqij bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Yaşar Okuyan bo Bahçeli: Tu hîn newêre li balafirê siwar bibe
    Nevşin Mengu bersiv da gotinên Bahçeli yên derbarê Efrînê de
    Bahçeli: Hewce bike ez ê biçim Efrînê
    Bahçeli: Em bê şerefan nas dikin û bila lingê xwe li gor xwe dirêj bikin
    Bahçeli: Bila rêveberiya xweser bê avakirin
    Etîketan:
    CHP, MHP, Devlet Bahçeli, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de